Hevpeyvîn

Referandum nayê paşxistin û referandum rê li ber şerek nû digre

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî : Serxwebûn bo rêgirtin li dubarebûna şerekî din e û tekez kir, referandûm di dema xwe de bi rê ve diçe.Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Heyat a Londonî” de tekez kir, ti pirsgirêk ligel Heşda Şeibî tune ne, lê bi ti awayekî rê jî pê nayin dan ku bêne ser xaka Kurdistanê.Barzanî derbarê serîhildana şerekî din li navçê de ragihand, bi ri awayekî hewl nadin ku şerekî din rû bide, lê berdewam amade ne berevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin.Serok Barzanî derbarê çarenivîsa Kerkûkê de zelal kir, pêşbînî nakin ku Kerkûk bibe çavkaniya pirsgirêkan ligel Bexdayê, her rêkeftineke nevdewletî di navbera Amerîka û Rûsyayê de bibe, ew bê Herêma Kurdistanê nabe.Hevpeyvîna serok Mesud Barzani:


Piştî yekalîbûna şerê Mûsilê ya li dijî DAIŞê, hûn çi ji Iraqê dixwazin?Barzanî: Pêwîst e danûstandin tenê ligel encamên şer nekin, belkû pêwîst e ew sedemên ku hêştina DAIŞê derkevin û fereh bibe bêne çareserkirin. Pêwîst e rê û plana îdarî, siyasî, ewlehiyê û yê din hebe, bo ew bawerî ji pêkahateyên Mûsilê re veger û bikaribin careke din dest bi jiyaneke asayî bikin. di Iraqê piştî DAIŞê de, pêwîst e niştecihên wan navçeyan erkê parastinê di warê ewlehî û siyasî de di stûyê wan be û dûrî milmilaneyên taîfî.Pêşbîniya ti tiştekî nişkavî dikin di dema derkirina DAIŞê ji qezaya Tileferê, Qaim û Hiwêca?Barzanî: Hêvîdar in DAIŞ li navçeyên Tilefer, Qaim û Hiwêce bi kêmtirîn ziyan ji rêza welatiyên sivîl bê jinavbirin. Di warê kiryarî de, karîna DAIŞê ya bergîriyê nemaye.Di kontrolkirina Tileferê de, çend meh in tirs ji beşdariya Heşda Şeibî heye, bi taybet metirsî ji encama binpêkirinên li hember Sune û Tirkmenan, ma ew metirsî hîna mane?Barzanî: Di destpêkê de di baweriyê de ne ku pêwîst e artêşa Iraqê erkê kontrolkirina Tileferê bi hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî bike. Ewê li Tileferê mane, Tirkmenên Sune û beşekê ji wan hevkariya DAIŞê kirine, metirsî heye di wê proseyê de tol ji bên vedan, reng e bigihe zarok û jinan jî, ew jî dibe sedema aloziya zêdetir a pirsgirêkan.Hêzên siyasî yên Iraqê giliyê li serkirdeyên Kurd ên Herêma Kurdistanê dikin, ku di demek xirab de ragihandin û pêdegirin referandûmê bikin bo biyarê li ser mafê carenivîsî bidin. Hin berpirs zêdebûna hilweşandina yekperçeyîya Iraqê dixin stûyê we. Ma hûn dibînin ku biryara encamdan referandûmê di 25ê Îlona bê de, şerekî din derkeve, ku hîna ew welat ji ber şer nikariye henaseya xwe bibe.Barzanî: Biryara birêvebirina referandûmê û gavên berve serxwebûnê, proseyeke aştî ye û dûrî tundûtûjiyê ye. Armanca sereke jê rêgirtin e ji rûdana karesat û şerekî nû ye. Em ne daxwazkarên şer in. belkû berdewam me daxwaza birayetî û dostaniyê kiriye. Derbarê dema birêvebirina referandûmê jî, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê biryar da ku di wê demê referandûm bibe û paşvekişandin jê tune ye. Referandûm mafekî rewa yê gelê me ye û her dibe ew mafê di nêzîktirîn derfet de bê wergirtin. Bo vîna gelê Kurdistanê nîşanî cihanê bidin.Heger hin kes di wê baweriyê de ne ku dem ne guncaw e, jê dipirsin kengî ew dem guncaw dibe bo birêvebirina referandûmê? Heger çaverêyî razemendiya wan bibin, ew heta hetayê ti demekê bow ê pirsê diyar nakin. Tenê gelê Kurdistanê mafê wî heye ku demê diyar bike.Hevbeşiyeke azad û bi daxwaza me ligel Iraqê hilbijard, lê ji ber binpêkirina destûrê, serkeftî nebû, ji ber wê ji mafê gelê Kurdistanê riyeke din hilbijêre.Tenê hêzên Herêmî wek Tirkiye û Îranê nerazîbûna xwe bo birêvebirina referandûmê nîşan daye. Ji ber ku devereke serbixwe ya Kurd li Kurdistana Iraqê, Kurdan li her du welatên dên handed ide heman rêyê bigirin ber?Barzanî: Em daxwaza birêvebirina referandûmê li Herêma Kurdistanê dikin. me behsa wan sedeman jî kir ku Herêma Kurdistanê ji ber çi dixwaze wê proseyê bigire ber. Em naxwazin ezmûneke sedsalî ya şikestî aniye û gelek karesat ligel dewleta Iraqê dubare bikin. Pêwîst e welatên herêmî ji wê têbigihin. Di wê baweiyê de me ji wan re ron bûye ku ems edema aramiyê ne li navçê.Kurd ki welatên cîran jî hene, nabe heta hetayî înkara hebûna wan bê kirin. her dibe dozên wan bi riyên aştî bêne çareserkirin, bo aramî û geşepêdana aştiyê veger navçê. Çawa wê dinirxînin, ku we daxwaza vekirina liqeke partiya xwe li Tirkiye kiriye, di demekê de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan hewlên bo birêvebirina referandûmê red dike.Barzanî: Birêvebirina referandûmê ne wateyê wê ragihandina şer li dijî welatekî cîran e û dijminatiye. Baweriya me ya temam bi duristkirina pêwendiyên dostayetiyê ligel wan heye, bi taybet jî ligel Tirkiyê.Me daxwaza vekirina liqeke partiya xwe li Tirkiyê nekiriye. Ew zanyarî şaş e, heger mebesta we vekirina nivîsgeheke partî be, ew karekî asayî ye.Partiya Karkerên Kurdistanê bi hewldana dagîrkirina Şingalê tuhmetbar dikin, ew jî wê yekê red dikin. Pêşbîniya wê dikin ku piştî DAIŞê hûn rûbirûyî hev bibin?Barzan: Hebûna çekdarên PKKê li Şingalê ne yasayî ye, rê nadin ti hêzekê ji bilî hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê hebûna wan li wê navçê hebe. di wê hewlê de berdewam in ku rêgiriyê li rûbirûbûneke leşkerî bikin. di dawiyê de jî divê xelkê Şingalê bi xwe biryarê li çarenivîsa xwe bidin.Tirsa we ji pevçûnên leşkerî ligel Heşda Şeibî li Tileferê û rûbirûbûna ligel hikûmeta Heyder Ebadî tune ye, ku hewlên birêvebirina cudabûna Kurdistanê ji Iraqê red dike?Barzanî: Tilefer navçeyek e dikeve derveyî Herêma Kurdistanê. Di wê baweriyê de ne pêwîst e artêşa Iraqê wê navçê kontrol bike, ti pirsgirêka me ligel Heşda Şeibî tune ye, lê rê nadin wê hêzê ku bê nava xaka Kurdistanê. Di şerê DAIŞê de û bi taybet jî di operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hevahengiyeke me ya baş ligel Heyder Ebadî baş hebû. Ti carî daxwaza şer nakin û destpêşxeriyê nabin bo wî karî. Lê bi dilniyayî mafê me heye parastina xwe bikin, heger tiştek ji vê curê bi ser me de hat.Ma Kerkûk dibe destpêka rûbirûbûna ligek hikûmeta Ebadî? Ma pevçûnên leşkerî ligel artêşa Iraqê tê pêşbînîkirin?Barzan: Hêviya rûbirûbûnê li ti cihekî naxwazin. Armanca me ew e Kerkûkê bikin nimûneyeke pêkvejiyana netewî, olî û mezhebî.Ma Kurd bi cibicîkirina xewna serxwebûnê berdewam dibe, tevî ku hûn bi guleya kuştinê yekperçeyîya Iraqê bên tuhmetbarkirin?Barzanî: Dewleta Iraqê di bratîkê de dabeş bûye, hemû binemayên hevbeş û destûrî hatine binpêkirin. Şerê taîfî heye û serweriya dewletê nemaye. Bi dilniyayî Herêma Kurdistanê ne berpirs e ku Iraq têk biçe, berûvajî wê di wê baweriyê de ne ku serxwebûna Herêma Kurdistanê sedemek e bo çareserkirina pirsgirêkan. Me yekperçeya Iraqê armanc negirt, lê pabend nebûna bi destûrê û siyasetên şaş ên hikûmeta Iraqê yekperçeyîya Iraqê aramnc girt.Hûn natirsin ku careke din Kurd baceke mezin bide, dema Washington û Krimlin lihev bikin, ku niha nêzîkbûnek ji hevtêgihêştinekê li ser dabeşkirina hejmûna xwe li Sûriyê heye?Barzanî: Gelê Kurdistanê di dema sedsala borî de bo parastina xwe qurbaniyên mezin dane. Herêma Kurdistanê niha bihêztir e, teror şikand bi qurbaniya xwe bergîrî li civaka navdewletî kir. Ne di wê baweriyê de ne ku rêkeftinek hebe û em li derveyî wê bin. Bi dilniya jî rêzgirtineke taybet ji qehremaniya gelê Kurdistanê û qurbanîdana wê heye.  

Back to top button