Cîhan

Rewşa aborî Erdogan têxe tengasiyê

Rojnama Financial Times li ser hilbijartinên Tirkiye û rewşa aborî ya vî welatî nirxandinekî dike. Peyamnêrê rojnamê yê Tirkiye Laura Pitel di derbarê rewşa abori û hilbijartinan de nûçeyek weşandiye û nirxandinek berfireh dike. Laura Pitel dide xûyakirin ku rewşa aborî li Tirkiye rûxaye lê nadin nîçandan, ji bo vê jî AKP gelek bi zehmetî daxwaziya denga li xelkê dike.Times dibêje: Tu bihayê lireyê Tirkî nemaye. Eve du heftîne  Lîre li berxwe dide. Lê navbera Erdogan û sermaya derve ne başe û rojane pêwendiyên heyîn ber bi xirabiyê ve diçin. Banka Nawendi ya Tirkiye faîz bilind kir û daxûyaniyên berpirsên bilin tuzek bê jî hêviyekî xelkêre çêdike.Rojane biha yê tişta bilind dibe û nirxê pereyên Tirkî dikeve. Banka Nawedî dixweyê ji bo nirxê lîre biparêze cardin faiza bilin dike.Rojname dibêje, deynê Tirkiye zêde bûne,kompanyayên biyanî deynê xwe wek dolar distînin , ev jî rewşê gelek aloztir dike.Laura Piteldide xûyakirin ku ,Darayî ber bi rûxandinê veye, ji bo vê jî Erdogan hilbijartin salûnîv pêşve dan.

Back to top button