Civak

Rewşa koçberên Kerkûk û Duzxurmatu

Hukumeta Kurdistanê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja duşemê 27.11.2017ê li bajarê Hewlêrê civiya.Di destpêka civînê de, serokwezîr behsa serdanên şandeya balaya hikûmetê bo cem aliyên siyasiyê Herêma Kurdistanê  kir û got ku ew serdanên bi wî awayî berdewam dibin heta ku çareseriyek ji vê rewşa heye re çareseriya nakokiyên bi Bexdayê re bê dîtin.Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, ji beşdarên civînê re behsa serdana xwe ya fermî ya bo Amerîkayê kir û got ku wî di civîn û dîdarên xwe yên bi berpirsên Qesra Sipî, Kongres û wezareta derve ya Amerkayê re behsa rewşa Herêma Kurdistanê, bûyer û aloziyên piştî referendûmê û xebatên ji bona çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê li gor destûra Îraqa federal, gotûbêj kirin.Li gor Mistefa, Amerîka dixwaze têkeliyên xwe yê bi Herêma Kutdistanê re pêş bixe û Amerîka piştgiriya qewareya destûriya Herêma Kurdistanê û hikûmeteke bihêz û yekgirtî li Herêma Kurdistanê dike. Amerîka bi helwesta Herêma Kurdistanê re ye ku dixwaze hemû pirsgirêk û nakokiyan digel hikûmeta federal a Îraqê li ser bingeha destûrê çareser bike û, Amerîka, ji hemû aliyan dixwaze agirbest berdewam be û bi rêya diyalogê pirsgirêk werin çareser kirin.Mehmûd Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan li ser bûyerên Duzxurmatu û Kerkûkû û rewşa xelkê ji wan devran ji ber êrîşên arteşa Îraqê û Heşda Şebî be rbi bajarên Herêma Kurdistanê koçber bûne raporek pêşkeş kir. Di raporê de behsa rewşa dijwara jiyana koçberan di hemû waran de tê kirin ku pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyan heye, bi taybetî, mihtaciyên lezgîn yên weke; kon, bingehên saxlemiyê, dibistanên gerok û pêdawîstiyên din yên jiyanê.Civata wezîran daxwaz ji civaka navdewletî dike ku bilezgînî alîkariyên pêwîst bigihînin koçberan û wezareta û aliyên peywendîdarên hikûmetê hatin raspasrtin ku di hemû waran de alîkariya wan koçberan bikin. civînê tekîd li ser normalîzekirina rewşa deverên weke Kerkûk û Duzxurmatû û deverên din kir bi awayekî ku koçber bikaribin bo ser mal û mikên xwe vegerin û aliyên peywendîdar hatin raspasrtin ku ew tawanên li dijî xelkê wan deveran hatine kirin bibeleg û dekoment bikin.
Back to top button