Polîtîk

Roj Roja Xîret û Pêgirî Ye

 Rejima Cumhuriyeta Îslamiya ya Îranê û hikumeta Baxdayê, plana xwe ya kîrêt ku ji bona girêdana Kerkuk û navçeyên dinê yên Kurdistanê ku di çerçeveya xala 140 a Desturê Îraqê da hatine destnişan kirinê bi hikumeta merkezî, bi sudwergirtina xewsarî û bê dengiya Dewleta Yekbûyî a Amerîka (DYA) û dewletên Rojavayê, û hinek xalên lawaz yên navxweyî ya Kurdistana Başurê, cî be cî dikin.Di encama plana hanê a kîrêtê da, hêzên Heşdî Şabî, ku girêdayiya rejima Îranê ye, desthilata xwe li Kerkukê ava kir. Karê yekan a Heşdî Şabî daxistina Ala Rengîn bû.Bê guman bûyer û pêşhatiyên hanê di nava gelê Kurdistanê da bûye sedema dilşikestin û reşbinî û xembariyê.Lê roj roja reşbinî û wureberdan nine. Berovajiyê, roja xiret e, roja pêgirî û bilind kirina xebata demokrasî, azadî û serxwebûn e.Guman têda nine, şerên hanê yê kirêt û dijî gelî, ne tenê nikare vîna gelê Kurd a serxwebûnê, ku di encama referanduma 25ê Îlonê da bona bîrûrayê cîhanê eşkere kiribû, bifetîsîne, her usa bi hêztir dike.Divê bê zanin, ku gelê Kurd, bi taybetî gelê me li Başurê, eva cara yeka nine, ku rû be rûyê rewşa usa dibe.Dîrok gelek caran şahidê hînde bûne, ku dewletên dagîrker bi alikariya piştgirên xwe yên derweyê û bi sudwergirtina xalên me yên lawaz a navxweyî, deskevtên gelê Kurd têkbirine.Lê heman dîrok her usa şahîd bûye, Kurd paş her ketinê dîsa rabûye ser piyan û ji bona azadiya xwe amade ye canê xwe bide.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, ku ji xebata pêgirî ya gelê Kurd pistrast e, daxwaza gelê Kurdistanê dike, ku xwînsar be û bi aklê selîm tevbigere.PSK, banga DYA û dewletên Rojava dike, ku dev jê siyaseta xwe yên çewt berdin û dengê xwe plana hanê a kîrêt bilind bikin, alîkarê gelê Kurdistan bin, ku dixwaze mafên xwe yên demokratîk û netewî bixe destê xwe.PSK, banga dewleta Tirk dike, ku karên usa neke, ku bibe sedema aloztir bûna rewşê û pêyvendiya xwe ligel Herêma Kurdistanê ji nuve baş bike.PSK, banga partî rêxistinên Kurdistana Başur dike, ku bona parastina deskevtên natewî herçi zûtir xalên lawaz ên navxweyî bi hêztir bikin, yêkitiya xwe biparêzin û pêşva bibin.PSK banga rêxistinên Kurdistana Bakur dike, ku bi aramî û xwînsariyê pêşwaziya bûyerên hanê bikin û bona alikariya bireyên xwe li Başurê destê xwe bidine hevdu.Partî û rexistinên Kurdistanê carekî dinê rû be rûye ezmunê ne.Partiyên Kurdistanê bona ku li hember ezmuna hanê serkevin, divê bê hêvî nebin û guhê xwe nedine propagandayên pûç ên dagirker û bi pêgirî xebatê bikin.Roj roja reşbinî nîne.roj roja xîret û pegîirî û berxwedan e.17 Cotmeh 2017Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button