Kultur

Rûdawê baştirîn xelata medya civakî wergirt

Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan (WAN-IFRA) xelata Baştirîn Sosyal Medyaya Civakî ya sala 2017an da Rûdawê.Îro li Dubeyê, 13emîn Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan a Rojhilata Navîn li Dubey îro Çarşemê (28.02.2018) tê sazkirin. Di çarçoveya merasîmê de baştirînên medyayên dijîtal ên sala 2017ê hatin xelatkirin.Di merasîmê de xelata Baştirîn Sosyal Medyaya Civakî gihişte Rûdawê. Berpirsê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî, ku di merasîmê de amade bû, xelat wergirt.Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan, Hezîrana 1948ê li Parîsê ji aliyê Yekîtiya Rêveberên Rojnameyên Netewî ve hate damezrandin.Komeleya navborî ji 120 welatan 73 yekîneyên rojnameyên netewî, 11 ajansên nûçeyan, 9 torên medyayî yên herêmî û 18 hezar rojnameyan li xwe digire.Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî beşdarî Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan WAN-IFRAê bûn.Hezîrana 2009ê WANê ligel saziya IFRA ya ji bo nûçeyan weke lêkolînan dike, bû yek û navê wê bû WAN-IFRA.

Back to top button