Cîhan

Rusya: Emê petrola Kurdistanê bighînin behra Reş

Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê ragihand, veguhastina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê re berdewam dibe.Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Alexander Novak di daxuyaniyeke de bo K24ê ragihand, petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi hêla boriya deryaya Reş ve tê girêdan.Herwiha ragihand jî, gefên rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, bûye yek ji mijarên germ ên rojeva Rûsya û cîhanê.Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê tekez kir, ew hêla petrol û gaza Kurdistanê digihînin boriyên deryaya Reş, ev jî wek amajeyekê bi berdewamiya veguhastina petrol û gaza Kurdistanê di riya Tirkiyê re ye.

Back to top button