Cîhan

Rusya êrîşê Idlibê kir

Li gora Mala Çevderiya Mafê Mirovan li Suriye ku nawenda wan li London e, dan xûyakirin ku îro sibehî balefirên cengî yê Rusyayê êrîşê Idlibê kirin.Idlib Kelha herî dawî ya opozisyona Suriye ye, nêzikî 4 milyon kes li Idlibê ne û her demî di tirsa êrîşekî de dijîn.Êrîşa li himber Idlibê dikare bibe sedem ku bi milyona insan berê xwe bidin Tirkiye û welatên Ewropayê.Ewropî û Tirkiye li dijê êrîşekî li dijê Idlibêne, serokê Amerikayê Trump jî da xûyakirin ku êrîşek li himber Idlib dibê sedemê karasatek mezin.Herweha êrîşek li himber Idlibê tewazina hevbendiyan li Rojhilata Navin dikare biguherê.

Back to top button