Nivîsar

Şagirtên Perînçek û Kûçik derketine sefera xapandinê

Cano AmedîEv demeke hinek kemalistên wezîfedar di bin navê rojnamegerîyê de dixwazin bi oprasîyonên têgiştinek pûç pêk bînin, di bin navê “Çawderîya gera Kurdîstanê” de peyamên ne rast bi gel bidin qebûl kirin.Ji dema berxwedana 1925 -Şex Said û hevalên wî- vir de, çepgir û oldarên Tirk, Kemalist û rewşenbîrên Tirk, li dijî doza netewa Kurd rawestîyane û her dem rolekî bêbextî û xayintî lîstine. Berxwedana 1925 an û ya 1938 Dersim, Agirî, Sason û yên din weke helwestên kevneperest nîşan dane ûraporênreşkirinê ji kominter û Rûsan re şandine. Doza netewa Kurd her tim weke serîhildanek kevneperest bi nav kirine. Ji bo berjewendî û dahatûya dewleta xwe di hemû deman de, karên sixûrî ji xwe re weke têkoşînek civakî binav kirine. îro jî di bin navê “biratîya gelan de” karên sixûrî didome û ev kesên wî karî dikin di çapemenîy PKK de desthilat û xwedî erkin. Hinek ji wan xwe weke “rojnamevan” nîşan didin. Lê gava mirov li çîroka jiyana wan dinihêre di kûraya odeyên kozmîk de nav û wezîfên wan derdikeve ber çavan.Piştî bayê refarandûma serxwebûna Kurdîstanê her diçe geş dibe û Kemalîst û xulamokên wan jî li ber wî bayî di lerizin, ji tirsan dicirifin. Nizanin çi bikin? Li Ewropa, li Stenbol û Enkera Gölbaşı, li ser masan nûçevanî û rojnamegerî dikin (!) Ev şagirtên Doğû Perînçek û Yalçın Kûçik niha jî derketine sefera xapandinê!Çendek berê, Celal Başlangiç, Baki Gül, Fehîm Taştekin li pey hev “çavdêrîyên gera Kurdîstanê” di çapemenîya PKK ê de belav kirin. Gava mirov wan nivîsan bi baldêrî dixwîne, dibîne ev wezîfedarên hanê bi organîzasîyonek taybet tevdigerin û dixwazin gelê Kurd bi xapînin…Bi salane wî karî didomînin. Xwedîyê wan û xulamên di bin fermandarîya wan dene, wan dibin cîhên taybet û cem cahş û sixûrên dagirkeran. Li dijî serxwebûna Kurdîstanê dîtin û fikirê Emîrê Ensar El îslam Alî Bapîr û xwefiroş weke Şaşiwar Abdullah derdixin pêş û dibêjin li başûr aborî xirabe, ne dema serxwebûnê ye, kes piştgirî nade. Her roj derewan dikin. Ev her sê kesên hanê navê wan, têkilîyên wan û gera wan li ser xetek tarî dimeşe. Navê wan bi muxabarata Tirkan ve tê zanîn. Di derhekê wan de gelek caran nûçe û agahdarîyên têkilîyên tarî derketine. Navê Bakî Gül sixûrîyê tê nasîn. Ev kesên hanê li gor daxwazên xwedîyên xwe tevdigerin.Li dîroka çepê Tirkan binhêrin heta niha rojek ji rojan tu carî rêxistinek, partîyek çep piştgirîya têkoşîna gel Kurd nekirîye. Ji salên 1925 an virde, Mahabat, Şoreşa îlonê, Salên 1970-75 an, salên 1980 û heta niha tu carî çep û rewşenbîrên Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nekirîye. Îro jî xwedî wê helwesta nijadperestin. Bakî Gül, Celal Başlangıç û Fehim Taştekin wî rolê gemarî û xirab bi kar tînin. Divê her kurd van rûreş û derewçîyan bas nas bike.   

Back to top button