Şahnema Şehîdan
ŞAHNEMA ŞEHÏDANDilo jaro biçakîHere mèrèn welatè me tu rakîBibije ey Şehîdè dîn û milet,Bese rabin serè roja me derket. Beg û axan ji we îro dixwzin,Bese rabin weke mèran nerazèn Dilo ji Xalid Beg re bibèje,Bi serbestî tu yek nutqè birèje,Bibèje Xalido rabe direngeHemî Kurdan bi hev re daye denge. Ji wè rabe here bèje Fuad begJi Kurdan re tu rèzanî tu bè şek.Qelem pè de îro dikî tu rabe,Xewa şirîn ji bo we pir ezabe. Divî wextî kesî wek te nezaye,Belè çipkim îro ji min cudaye, Dilo bèje Kemal fewzî tu kanî,Tu dilxweş be bi wan rojèn ciwanîDizanim ku di wè wextè tu rabî,Welatè me ji xwîn xwaran cudabî. Dilo Yusif Zîya rake ji gorè,Bila kuştî temamî bène dorè,Ji bo Kurdan bikin ceht û xebate ;Hela rabin sibe Eyda Welate. Riza rabe cîhan buye serefraz,Di dinya de tenha mane belengaz,Binhèrin hun cihè textè Şerefxan,Xirab buye ji destè lawè Turan. Hela Salih begè Hènè heleste,Welatè me li ser te jar û meste,Bi destè xwe tu bigre şurè Kurdan,Bi dev bèje ji bona razî quran. Dilo rabe bibèje Hecî ExteBila rabe xwidanè text û bexte ,Kurèn te tev dikine qîr û hewar,Ji Kurdan re hemî bune fedakar. Ji cîh rabe,ji cîh rabe Hecî begLi şîn bozan dixwînin hecî leyleg,Welatè me xela rabu li şèran,Niha seyde j ibo kundè şikèra. Were Xeyrî begè rabe ji Dèrsîm,Ji te halè Welatè xwe bipirsim,Ew maden û bax û rezana,Gelo raste ketye destè nezana. Bese razè rabe ey efen dî,Bixwîne tu zimanè zar û zendî,Binhere tu li vè cehd û xebatè,Li roj ava heyanè roj hilat è Ji Hîzanè rabe serxwe tu Birhan,Tu Birhanî jibo doza me Kurdan.Bi navè te bikin cehd û xebate,Netîca me belè tola welate. Were rabe Mielim tu ji Pîran,Ne pîranî belè pirè ji derdan,Gelek care ji ber derdèn kurèn xwe,Xirabkir xan manè hundirèn xwe. Teyîb Elî werin carek şîyar bin,Qelem bigrin li şîn bozan siwarbin,Belè zanim ku em pèk ve bibin yek,Emè gogè berè xelkè bibin şek. Were rabe Silèman lawè EhmedWelatè te hemu Zozan û Serhed,Bese rabe jibo te hatî ferzend,Belè Ferzendekî Ristem hunermend. Were rabe Efid beg wek egîtan,Li meydana bidin xar û cirîtan,Eşîra Heyderan û hem Celalî,Ji meydana kemalî mane xalî. Bibèje Yusufo rabe direnge,Li her alî binhère qal û cenge,Welatè te hemu bax û bihişte,Delalè min tu rabe wexta geşte, Dilo Xalid Begè yusuf bibîne,Ji xew rake Kerem beg pè re bîne,Bi bèje ey hunermend û serefrazJibo te hazir buye dilxwaz, Bi bèje ey Şèx Seîdè minawer,Bese rabe tu îro pir dilawer,Zemanè te nîne vè çax tu razè,Bi serbestî tu heqè me bixwaze. Belè îro zemanè top û şureEzîzè min mecata me ne dure, Tu Şèx Evdilqadir Şèxè di Nehrî,Di alem de tu meşhurî bi fexrè,Keremke rabe serxwe tu serwerJibo Kurdan tu rèzan û tu rèber. Tu Şemsedînî roja dîn û milet,Li Qamîşlo tu rabe pir bi humetBelè zanim ku qehra te çi doje,Were cergè neyaran pè bisoje. Were Şèx Ebdilahè MelekanîŞehîdî tu di nava Melekanî ;Li Zozana binhère tu li xwinè,Li canè wan tu nabînî birînè. Were Şèxè me tu Eyubè di simaq,Binhère tu li ozanè Qerecdax,Hemî gund û hemî kanî, hemî war,Xirab bune ji destè zulma neyar, Werin rabin gelî şeyxè di çalè,Binhèrin hun li vè axir zemanè,Felek bèbexte lewre xoz û xware,Heya îro bi Kurdan re neyare. Were Şèx Ebdilahè nazikè zu,Binhère li me yek carekî zu,Welatè me weke aşè neyaran,Serè Kurdan dihèrin her bi baran. Were Şèx Şerîfè sahibè dîn,Ji Kurdan re zanim îro tu dur bu,Tu bawerke hunè carek bibîninEmè tola we rojekî hilînin, Dilo jaro here nig Ebdirehman,Ewe Şèx û şehîdè dîn û îman,Tu geh bigrî tu geh pè re binale,Belè Şèxè te pir qenc û delale. Hezar hèsir bi yek çavî birèje,Edeb bigre li ber wî jè re bèje,Gelè Kured jibo te pesnedare,Hezar rihmet li tirba te bibare. Ji tîpè rabe serxwe tu Seyda,Rihè Şîrin ji bo Kurdan te keyda,Cewa sebra te tè îro li gorè,Birayè te hemu ketine zorè. Were Batyan Temir axa delalo,Li halè me binhère ey tu Xalo,Ji bo we pir fehîd û eyb û şerme,Kurè Cengîz bi carek tène ser me. Binhère tu welatè jèr û jorîn.Hemu kurdin kurèn Behremè çopîn. Tîmur Axa ji hîzolè tu rabe,Binhère tu li halè me xirabe.Belè îro hinek yare jibo me,Lè em çibkin ku èvare jibo me. Were Yusiv Ezîz begè ji gorè,Bidère ku hewarek tè ji jorè,Herçî kurdin wekî Ristem kurè Zal,Welè çibkim nehim mal û nehim hal. Were rabe Seyfulahè Hènî,Dè tu halè welatè xwe bibînî.Welatè te ketî destè neyaran,Herçî Kurdin li ser şax û dîyaran. Dilo jaro bi Yado re xeberde,Bila rabe mecala qewmè kurde,Were carek li kurdan em binhèrin,Hemî xurt û piling û Şer û mèrin. Were rabe ji nav Botan tu Gurgî,Tu dilxweş be ji bote hate mîzgîn,Birayèn te şîyarbune bi carek,Di nav wan de nemaye qet neyarek. Erè Sebrî kurè faro tu kanîGelo dîsa li şer sax û çîyanî,Belè zanim di goran de dinalî,Tik û tenha jar û bè hevalî. Ji Erxen rabe serxwe pir bi Şewqî,;Ji kurdan re tu dil xweş be bi zewqî,Binhère li welatè me dîyarin,Hemî kurdin di ser wan re firarin. Ji nav qewman tu rabe Mihemed,Hemi Kurdin ji nik tu bi Serhed,Wekî te ew hemu Şèr û pilingin,Bi yek carek bi qîr û qal û cenge. Heso Tèlî Birahîm beg tu rabe,Li zoznè Araratè peyabeBijî dîsa bijî dîsa Birahîm,Ji kurdan re tuyî dîsa Birahim. Dilo bèje Elîcan û Seyidxan.Şehidin hun belè jibo me kurdan,Em dizanin cihè we pir bilinde,Bese rabin xewa şirîn nerinde. Ji Tefiq û hevalèn wî re bèje,Herçî kurdin wekî we xwîn dirèje,Bi qurbana webin sed şax û keyxuDi gel mal û eyal û zarèn xwe.Dilo bes bes xilasnabin evbaran,Hezar rihmet li zozanè Ararat,Tè de hene şehîd û şèx û gazî,Ne wek şèx û şehîdanè mecazî. Belè sondè dixwim carek bi Laleş,Bi Zerdeşt u bi hîv û roj û ateşBi ehremen bi hormizgahu yezdan,Şîyar bune belengazèn me kurdan. Tiving çuye niha dor hatî xameXewa Şirîn li çavèn me herameBinhèrin hun li zozan û dîyaran,Hemî xwînin ji ber zilma neyaran. Gotin /Mele- Sèmus è/ Hèsarî- Nivîs, Feyzî – Mîrhesen/ Parîs