Samî Ergoşî: Serdana serokwezîr bo Bexdayê serdanek normal e
Heyeteke hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê dike û dê digel mezine berpirsên Îraqî bicive û pirsên; şerê dijî DAÎŞê, pirsên hilawîstirên navbera Hewlêr û Bexdayê û budceya Pêşmerge bi berprisên Bexdayê re gotûbêj bike.Samî Ergoşî sekreterê rojnameveniyê serokwezîrê Kurdistanê di daxuyaniyeke de eşkere dike ku, serdana heyeta herêma Kurdistanê bo Bexdayê serdaneke normale û di çarçoveya wê diyalog û danûstandinên berdewamên navbera hikûmeta Kurdistanê û Îraqê de ye.Li gor Ergoşî şandeya herêma Kurdistanê begel berfirehe ji çend kesan pêk tê û di serdananx we ya bo Bexdayê de dê digel serokwezîr û serokomarê Îraqê re bicive û pirsa azadkirina Mûsilî û metirsiya herifîna bendava Mûsilê di wan civînan de dê bên gotûbêj kirin.