Polîtîk

Şehîdên Kurdistanê Çirayên Azadî Ne

Sibê “10’ê Xakelêve” (30’ê Adar) ye, roja bi darve kirina Pêşawayê nemir û hevalên wî ye. 10’ê Xakalêve li Kurdistana Rojhilatê wekî “Roja Şehîdan” hatiye pejirandin.Her usa hinek partî û rexistinên Kurdistanî, ku partiya me jî yek ji wan e, vê rojê wekî Roja Şehîdan pejiradine.Di vê rojê da bi çalakiyên cur bi cur, şehîdên Kurdistanê têne yad kirin, welatparêz û tekoşerên Kurdistanê peyman nu dikin, ku nehelin alayê şehidan bikeve erde û rêbaz û xebata wan berdewam be.Partiya me, Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, bi vê bonê va, li ber huzura hemû şehîdên Kurdistanê, carekî dinê qirnoş dibe û peyman nu dike, ku heya bi dest xistina armanca şehîdan, ku rizgariya gel û welat e, xebat bike.PSK carekî dinê banga partî û rêxistinên welatparêz yên seranserê Kurdistanê, bi taybetî banga Parlamentoya Kurdistanê dike, ku 10’ê Xakalêveyê wekî Roja Şehîdan bipejirinin, daku di vê rojê da hemu Kurd pêkve şehidên xwe yad bikin.Şehîdên Kurdistanê rêka me ronî dikin!Şehîdên Kurdistanê nemir in!29’ê Adar 2017Partiya Sosyalîsta Kurdistan 

Back to top button