Cîhan

Serdana Erdogan û berjewendiyên Britanya

Serdana serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan ya Britanya, ji aliyê rojnama Ingilîzî Daily Telegraph ve hate nirxandin.Rojname bi navê Pêşewazîkirina Erdogan nivîsek belav kir û dibêje ku pêşwazîkirina Erdogan li Britanya di berjewendiyên Britanya de ye.Daily Telegraph dide xûyakirin ku, Serdana Erdogan ya Britanya bo sedemê xwepêşandanekî li dijê Erdogan û ew desthilata wî ya otokratik hate şermezarkirin. Lê cardin hinek aliyên normal daxwaz kirin ku Erdogan serdana Britanya bike.Rojname dibêje: Di bingehê xwe de eger li gora daxwaziya çepan be, ji bilî rêveberên Hemmasê nabê tu alî bi serdanên fermî werin Britanya.Daily Telegraph berdewamiya nivîsa xwe dibêje: Serokkomar Erdogan ne kesayete ku mirov bikaribe wî biparêze. Rojnemevanên rexna lê digrin û siyasiyên muxalifên xwe tavê je girtigeha. Di demên dawî de cumhuriyeta ku Ataturk damizirandî û welatek laik yê misilman wek Tirkiye, ber bi cumhuriyetek îslami ve dibe. Lê ji bo Erdogan ji bo Brîtanya bête vexwandin ne pêwiste mirov tiştên ku ew dike biparêze. Erdogan liderê welatekî ku gelek stratejik li herêmek tevlîhevde ye.Rojname dide xûyakirin ku, Tirkiye endamê NATO yê ye lê li himber vê yekê li Suriye Erdogan li gel Rusya kar dike.Rojname di dawiya nirxandina xwe de dibêje: “Siyasetmedarên welatên Rojava ji bo aşitiyê li Ewropa biparêzin û li himber tehdîtên Rusya yên ku ji Suriye bilind dibin pêwiste pêwendiyên baş li gel Tirkiye hebin. Li vê derê eksê Enqere xwepêşander dikarin dîtinên xwe bi azadî bêjin. Pêşwazîkirina Erdogan li berjewendiyên Britan ya re digonce.

Back to top button