Şerê ”nagir” û ”erêgir”´a…

Şerê ”nagir” û ”erêgir”´a...

Li ber her rewşî, dibê ku meriv xwedî nêrîn, dîtin û ramanekî be. Qandî gotina ”na”, ”erê” jî helwest, dîtin û ramanekî ye. Gotinên ”çi na, çi jî erê” jî helwestekî ye, lê hem ”erê” hem jî ”na” nîvcûbûn e. Ger meriv bibêje ”na”, ew jî bi serê xwe helwestekî ye. Meriv tu cara nikare bibêje ”de ka ji min ra çi heyra!”… Ev jî helwestekî û biryarekî ye, lê ev helwest û dîtina dawî ”xemsarîyê” tîne ku ew jî ”neberpirsîyarî” ye. Meriv nikare ji berpirsîyarîyê bireve, xwe jê ”bişo” yan jî ”paqij bike”… Herkes xwedî berpirsîyarîyekî ye. Yan meriv li dij e yan jî li ba ye…

Lê belê qewlî nêrîn û dîtinekî dinê va, bi tevî pirsgirêka Kurd;
[ Em bibêjin ”na” jî em bibêjin ”erê” jî; tê wateya parastin û pejirandina serqanûn´a berê, yan jî ya nû… Di herdûya da jî, tunebûna fermî ya ”hebûna Kurd û zimanê Kurdî” berdewam in. Di amadekirina vê serqanûnê da tu kesekî bi me neşêwirîye, dîtin û ramanên me nehatine pirsîn… Lewra me girênade, tu qedr û qîmêta dengdayinê nemaye û tune ye. Loma biryara ku hatiye girtin, nexwe ”dengnedan” e; çi ”na” çi jî ”erê” ye. Erê jî na jî, ferq nake… Gerinek û fetilok e… Em dê deng nedin!]

Berya her tiştî, di vê rewşa hanê da çi dengdayin, referandûm yan jî çi hilbijartin ne di cî da ye. Me vana fam kir… Hilbijartinên ku di van dem û rewşa da li dar dikevin bi îradeyên serbest, xwezî, xwestin û daxwazên ”azad” nînin, nikarin bibin. Me vana jî fam kir… Van bertek û reaksîyonên tên ajotin bandorên tûj, hov û bêtewş li ser gel dihêlin. Rewşa ku welat û bi tevayî rojhilata-navîn di navê da ye, li holê ye. Ger meriv serbest û azad nebe, ger meriv di şert û şûrtên wekhevî da nikaribe kar û xebatên xwe bike, ger hima-hima birakujî li ber derê meriva da be… ka meriv çawa raya, denga bide! Me vêya fam nekir… Di vê bêtewşîyê da, ji ”keyayê” taxa me ra ”erê” yan ”na”! Meriv hem metal dikeve hem jî mat dimîne!

Lê rewş her çi, yan jî çawa dibe bila bibe, dibê ku meriv xwedî helwest û biryarekî be.
Nexwe kin û kirt, qewlî gotîva ”ez ”nagir” im, lê tu? Meriv çawa dikare rastgir yan jî çepgir bibe, wusa jî meriv ”nagir” yan jî ”erêgir” dikare bibe.

Bi mînakekî piçûk li ser ”trajedîya” Kurd û Kurdî ra kurteçîrokekî; Hinek heval û hogirên kurdperwer, bi tevî çend kedpîrên(emekli/teqawut) polîtîknas va, wekî hergav di quncika xwe da rûniştî bûn, çay û qehweya xwe vedixwarin û ketibûn lecekî dillerzîyê. Piştî demekî lecê, biryara ”neyînî”yê eşkera û dîyar bû, bi tevayî ”nagir” bûn…
Wergervanê civatê di nişkava da pirsî; – Kuro, ma gelo bi Kurdî ”hayirci” û ”evetçi” çi ne, meriv bi çi awayî dikare bibêje? Hevalekî dinê bersiv da; – Bawer bike ez jî nizanim, çima ji min dipirsî, heyra! Ji mamoste bipirse!

Wergervan got;- De heyra mamoste bi xwe peyva çêdike! (binnotekî; kurê xelqê jî yan bi xwe ”peyva” bi lêhatî çêdikin/dibînin yan jî ji zimanên dinê deyn/qerz digirin.) Mamoste xwe piçekî leqand û got;- Malneketo! Çawa çepgir û rastgir henin wusa jî ”Nagir” û ”Erêgir” henin, ne…

Bi slavên germ.
Îlhamî Can
[email protected]

Nerîna min :

Îro

  • Ihsan Nuri Paşa
    Ihsan Nuri Paşa
    25’ê Adar Di sala 1976’an û di rojekî wekê îroyê...

Nêrînên we :