Nûçeyên Kurdistanî

Şerê li Bakur heyî hestên netewî aloz dike

Şerê li Bakur heyî hestên netewî aloz dike

Tevgera kurd li Kurdistana Bakur ber bi kûvê diçe? Ev yek pirsek gelek girîng e û pêwiste bersiva vê yekê her kesek bi siyasetêve xwe bi awayekê girêdayî dibine divê bide. Eger mirov ji bo pêşeroja miletê xwe  nikaribe bi zelalî nirxandinekî bike, ev yek bi xwe dibe karasetek siyasî ji bo siyasetmedarên wî welatî.

Di baweriya min de ji bo li Bakur em bi zelalî û awayek rasteqînî bikarin rewşa heyî û pêşerojê binirxînin, divê tevgera PKKê bi hemû alî û girêdanên xwe ve baş bê şirove kirin. Heta rastiya vê tevgerê baş neyê naskirin imkana ku mirov pêşiya xwe jî bibînê tuneye.

Eve 30 salin şerek li Kurdistana Bakur berdewame. Roj bi roj ev şer ji armancek siyasî derketiye û ber bi berjewendiyên hinek aliyên siyasî û dewletên herêmê tê kirin. Taybetî di van salên dawî vî şerî xirabî û malwêraniyê pevetir tiştek ji vî miletîre neaiye pêş. Tu destkeftiyek tuneye. Heta di vê demê de, di nava kurdên Bakur de hestên netewî aloz bûne û ideolojiyek ku tu pêwendiya wê bi Kurdistanê re tuneyî bi hêz bûye.

Gelek cara ji bo demên kin bê jî agirbest hatine ragihandin, xelkê kariye nefesekî bistîne. Herî dawî Newroza sala 2013ê agirbestek hate ragihandin û bi navê “pêvajoya çareseriyê“ qonaxek nû destpêkir.  Di vê pêvajoyê de şer sekinî, xelkê destpêkir cardin vegeran gundên xwe, gelek kesan cardin malên xwe avakirin , di civatê de rihetiyek peyda bû. Hêdî xelkê bi girsehî pişgiriya aşitiyê kirin.

Ji ber ku li Bakur tehrîbatên mezin di nava civaka kurd de peydabibûn, lê sekinadina dengê  çekan kêm bê jî hêviyek xelkê re peyda kir, partiyên nu yê kurd di vê pêvajoyê de dest xebata xwe kirin. Hukumetê jî hinek gavên erênî avêtin , guhertinên hukumetê dikiran ne bes bin jî, bû sedema hinek tiştên erênî di Kurdistanê de.

Gelek cara hêzên tarî xwestin vê pêvajoya agirbestê sabote bikin. Ji ber ku ev yek nahata hesabê baronên şer. Ew kes û aliyên li ser xwîna zarokên xelkê dijiyan ji vê pêvajoyê ne memnunbûn.

Cardin destên tarî hewldan ku avê şêlo bikin da ku bigihin armacên xwe yên qirêj.

Di hilbijartinên parlementoya Tirkiye de, cara yekem HDP ji benda heyi derbas kir û bi 81 parlementerî keta parlementoyê. Lê HDPê nekari rola xwe bileyze. Dengê ku kurda ji bo aşitiyê dayîn HDPê bû zeminek ji bo hinek aliyên Kemlist û çepên tirk. Aşitiyê behtir bi ragihandina “ xweseriyê“ bû bangek ji bo şerek nû.

Bi siyaseta xweserî û hendekan cardin bajarên kurda hatin bombekirin, xelkek ji Kurdistanê koçber bû, bi hezaran ciwanên kurd ne ji bo tiştekî bûn qurbanî. Ev giha radeyekî li Kurdistana Bakur tundiyek mezin destpêkir, şer geş bû. Hêzên hukumetê gelek bi tundî şerê PKKê kirin û dikin. Li bakur jiyana xelkê deverên ku şer lê heyî, ne jiyane. Xelk di rewşek awarte de dijîn.

Tu kesek nikare di vî şerî de behsa destkeftinekî bike. Ev şer îflasa îdeolojiyên biyanî û siyaseta PKKê bi xwe ya îroye.

Bi kurtahî ev şer zererek mezin dide kurda û tu awayekê ne di berjewendiya kurd û Kurdistanê de ye. Ji bo vê jî pêwiste ku mirov li dijê vî şerê qirêj ku zererê dide miletê me derkeve.

Başe ji bo sekinadina vî şerî qirêj dive çi bête kirin? Ji berî her tiştekî dive PKK ji dev çekan berdê û tenê bi rêya diyalogê û metodên demokratik siyasetê bike. Ji xwe seroka PKKê bi xwe  digot: Vêca bila deng ji çekan neyê û siyaset bête kirin.  Ya rast ewe ku PKKê bê qeyd û şert ji dev çekan berde û bi siyasetek sivî li gora baweriya xwe siyasetê bike.

Partiyên ku îro li Tirkiye û Kurdistana Bakur eşkere siyasetê dikin pêwiste heta çek di destê PKKê de hebin tu pêwendiyekî siyasî li gel wan daneynin û her tim daxwaziya bêdengiya çekan bikin.

 

14.5.2017

Dara Bilek

 

Nerîna min :

Îro