Nivîsar

Şerên Sasûnê û sosreta Şelmo

  Şakir EpözdemirOsman Sebrî ji Ebdirehmanê Elîyê Unis pirsa Şerên Sasûnê kirî ye. Ebdirehmanê Elîyê Unis Kurdeke aqilmend û şervaneke gelek bi navdar e. Hemû jiyana wî di nava şerê berxwedana Sasûnê da û li Binxetê derbaz bu ye. Ew dizanê ka şerê Sasûnê ango Şerên Sasûnê biç î rengî destpê kirîye û çewa dawî li vî şerê ango li wan şerên dirêj û qirêj hatî ye. Weşanxana Pêrî sala 2005ê li Stenbolê bi navê “Şerên Sasûnê ( 1925 – 1937 ) bîrhatinên Ebdirehman bi nivisandina Osman Sebrî çap kirî ye. Çapa 1’ê di destê minda ye. Ez dixwezim vê pirtukê tozek bihêjînim, binirxînim ango şoreve bikim.Tiştê balkêş eve ku Şerên Sasunê ango hereketên artêşên cimhuriyetê li ser navê “tedip ve tenkilê ku li dar ketine hema bi operasyona girtin û berdestkirina hereketa Pîranê va dest pê kirî ye. Yanê dewama operasyona hereketa Efendîye. Operasyona Eşîr û axalerên eşîran û serhildana Şêx Seîd Efendî ji hev neqetiya ne. Ji ber ku artêşên xwînxwar bi ser eşîr û kesayetiyên welatparêzva diçin; meriv dikare bêje ku bîna tevgera Xalid Begê Cibrî û Rêxistina Azadî ji vê operasyonê tê. Mesele ne ewe ku bibêjin vaye me Şêx Seîd û hevalên wîyên pêşkêş berdest kir û ev mesele qedîya. Li gora tesbîtên berê ku hê ji wextê Osmaniyan va rapor hatine girtin; Tirkan xwestin ku çira Kurdan bivemirînin. Ji ber vê yekê Şerên Sasunê di Nisana 1925ê da dest pê dike. Şêx Seîd Efendi û hevalên xwe jî 15 yê nîsanê hatine girtin. Alayiyek leşker bi siwarî û piyade û bi piştgiriya Emînê Perîxanê tê ser mintîqa Batman û Bişêrîyê û bi taybet Eşîrên Sînikan, Reşkotan û Bekiran.(1)Sebebê ku Osman Sebrî navê vî Şerî kirîye “Şerên Sasûn ê” eve ku, Şerê Sasûnê ne yek tenê ye. Di navbera Mûş, Batman, Sêrt û Farqînê da herêmeke berfirreh dide berxwe. Ebdirehmanê Elîyê Unis navên van şeran tîne ziman:Bi destpêkê da Şerê ser Eşîra Sînikan ku ev hêzên navbohorî bi desteka Emînê Perixanê diçine ser qesra Hiznîyê Hacî Mihemed Elî, li Deşta Bişêrîyê gundê Zercil. Ev sefera artêşa Romê û piştevanên xwefiroş beri her tiştî dixwazin rola Sînikan bitemirînin. Eşîra Reşkotan Malxalanên Hiznî Axa ne. Hêzên Eşîra Reşkotan di binê berpirsyariya Rizoyê Hacî Mihemedê pêşkêşê Reşkotan da bê ku dereng bikevin têne hawara Sînikan. Şer germ dibî, Reşkotî û Sînikî dertên bilindiyan xwe dighêjînine serê Qire. Li serê Qîrê Bişêrîyê Mistoyê Haci Mihemed û 10 şervanên Reşkotîyan şehîd dikevin. Sînikî gundên xwe berdidin û berê xwe didine Çiyayên Sasûn ê. Artêşa tirk û cerdevanên Emînê Ahmed gundên di navbera Qîre û Pira Batmanê de, gundên Sinikan û Bekiran û Reşkotan weke 20 – 25 gund dişewtînin û li navbera Pira Batmanê û gundê Zîlan dikevine nava kemîna şervanên Eşîran ku çend ji navdarên wana Rizoyê Hacî Mihemed bi Eşira Reşkotan, Hiznîyê Hacî Mehmed Elî Serokê Eşîra Sînikan, pêşkêşên Eşîra Bekiran Keleşê Temo û Xelilê Misto deng li şervanan dikin, di nava sietek da Alayıya leşker mehû dikin, ji peyadan sax nafılıtın. Tenê 200 siwarî dikarin xwe li çemê Batmanê bidin wekî din kesek sax nahêlin. Çemê Batmanê di manga Nîsanê da Çemeke dîn û har e. Ew Siwari jî hin bi tifekan û hin jî bi avê va diçin; ancax 17 siwarî gava derbazê wî alê avê dibin Şervanên hêla Farqînê wana jî hel dikin. Emînê Ehmed Lawê Perixanê û bi cerdevanên xwe va bi bayê bezê direvin. Top, tifek û gelek pêdivîyên lojistik dikevê destê şervanan. Ev berxwedana Eşîran buye sebebê ku Kolorduya Diyarbekir bi aweyeke dijwartir û xeraptir bê ser Eşîrên welatparêz. Di şerên Sasûnê da ev qewmandin qewmandina pêşîn û ya yekemin e. Di vê navê da Eşîr û pêşkêşên Kurdan ketine heysebesê, li hev digerin, hêza mazina mazin hereketa Şêx Seîd Efendî têk çuye û dijmin li Kurdan, bi taybet li eşîr û serok eşîran hatîye xezebê. Ebdirehmanê Elî di vê hindavê da behsa Tevgera Nuh Beg dik e. Nuh Beg birayê Hacî Musa begê “Murahhas Azayê Kongreyên Erzirum û Sêwasê” ye. Li Kurdistana serhedê li ser hemû eşîran xwedî bandor e. Ew bi 100 suwaran va berê xwe dide Çiyayên Motkan û Sasûnê dixwazê eşîr û giregirên vê herêmê organîze bike ango hesasiyetên wan bipîvê.“ Ji bo yekîtîya Çiyayê Sasûnê, Pencînaran, Reşkotan, Bişêrîyan, Reman, ji Çiyayên Motkan berê xwe dide nik Mihemed Axayê kurê Elî’yê Unis. Gava ku tê Çiyayê Sasûnê Mihemed Axa bi rêk û pêk û bi tedbîr dibîn e.” Ji Sasûnê derbazî nav Bekiran dibe bi Keleşê Temo ra dicivê, derbazî nava Reşkotan dibî bi Hacî Mihemed ra têkilî girê did e. Diçe Qîre (Qîrê Bişêrî yê) bi Eşîrên Elikan û Sînikan ra, bi Xelîlê Simê û Hiznîyê Hacî Mehemed Elî ra girêdana xwe çêdike û derbazî Xerzan dibe diçe cem Cemilê çeto. Cemîl cewaba wî dide, moralê wî xira dike û “dilşikestî” berê xwe dide Çiyayê Motkan “Çiyayê Mazîkar ê”. Nuh Beg gava ji Deşta Xerzan, ji nava Pencînaran berê xwe dide çiyayên Motkan, di nêzî Melefan da derbaz dibî dengê top û tifekên şer dikevê guhên wan. Birayê wî İzzet Beg dibêjê: “- Eva xelkên Sasûnê li pêşberê dijmin rabûne, şerê tirkan dikin. Qence hema em jî bi wan ra bikevine şer.” Nuh beg ji birayê xwe ra waha dibêjê: “- Xelkên Sasûnê û dewlet ketine gewriya hev. Hê dinya xweştir bû. Bi hindikayî wê 2 salan bi hev va bimîn in. Heya piştî 2 salan jî Xwedan Kerîm e.” Em mesela Nuh Beg li vira bi dawî bîn in û piştî me bi gotina Ebdirehmanê Elîyê Unis Şerên Sasûnê hêjmart, emê bêne ser “Sosreta Şelmo “. Ebdirrehmanê Rehmetî, Şerên ku di navbera sala 1925 û 1937 ê da li vê herêmê qewimîne waha rêz kirî ye:1- Şerê Bekiran ku me li jor behskir. (Şerê Bekiran + Sînikan û Reşkotan bû). 2- Şerê Milefan, 3- Sosreta Şelmo, 4- Dawîya Şerê 1925ê Şerê Xiramê Kopekan, 5- Şerê raba Jorîn, 6- Şerê Gecokan 1926, 7- Şerên Raşê Artirerî li ser Kuwarên mêşan… û wisa dom dik e. Emê bi “Sosreta Şelmo” dawî li meqala xwe bînin : SOSRETA ŞELMODewlet li Kurdan hatîye xezebê. Piştî ku Alayîyek Leşkerên wan li devê Çemê Batmanê, li navbera Pira Batmanê û Gundê Zîlan têk çuye, ew dixwazin kevir li ser kevirê nehêlin. Ji alek va Walîyê Bajarê Sêrtê esker kirîye ketîye gundan çek û sîlehan berhev dike; Kurdan bê sileh dike ku keysa cimhuriyeta Kemalist li Kurdan bê, ji aleke din va Kolorduya Diyarbekir hêzeke dijwar û xeddar di binê fermandariya fermandarê qolorduyê da dikişe ser Kurdan. Di pirtuka Osman Sebrî ya nav bihorî da û di rûpelên 36 û 37ê da “Sosreta Şelmo” bi rastî sosreteke wehşîyane ye.Ezê vê wehşetê kurtebêj ( Özet ) bikim: Berê Kolorduyê li çiyayê Sasûnê ye. Wê di nava Bekiran da derbaz bibin. Li gundê Şelmo bênvedanek dikin. Li vî gundê sifil û bê guneh qonax datînin. Gundî ji wan narevin. Fermandar rûsipîyên gund berhev dike wan rê dike bajarê Xarpêtê (Elezîz). Hema çewa ku dighêjine Xarpetê Mehkema İstiqlalê wan kesan idam dike û xebera idama wan tê gund. Li gund bi navên Xelefê Babo, Terhanê genco, Filîtê Silê Kekê û Mamedê Seydê bi heva girê didin davêne çalekî, çiloyê hişk didine ser wan û wana li hafa çavên gundiyan dişewitîn in. Bi vê jî qîma xwe naynin 400 jin û mêr, keç û kur, biçûk û mezin dixine xaniyek û gaz direşînin û zarezar û hawar hawar bi wan insanên sivil dixin hemişkan dişewitînin û heyfa Alayiya xwe bi vî rengî distîn in.Derdê wan ewe ku bi taktîkên Cengizxan û Hulago tirsa xwe bixine dilê Kurdan lê Kurdên Sasûnê ne ew Kurdin ku ji taktîk û zirtên tirkan bitirsin. Miletê Sasûnê Qewmê çiya ye. Hezar salin ku welatê xwe parastin e. Ew dizanin ka çend komkujiyan ji destê Osmaniyan xwarine, beré xwe dane çiyayén Hezzo û Sasûn û berxwedana Mala Elîyé Unis dest pé dik e.Komara ne demoqrata şoven û xunxar dide ser herêma Sasûnê şer 12 salan dom kir. Sasûn dest dananî, teslîm nebû û pes nekir. Qewmê Çiya heya 1937ê li ber xwe dan, berxwedanên wan hêja jî weke destanan li ser dev û lêvan e. Mala Elîyê Ûnis û miletê “qewmê çiya” Mala şeref û serfiraziya Kurdên Bakur’in… Ew mala bê deng û bê gilî/gazin bi salan û salan li ber xezeba artêşa faşist û hov bi mêrxasî sekînin, li ber xwe dan û ew kesên ku sax filitîn jî, teslîmî wan xunxarên bêbext û barbar nebûn, pişta xwe dane welatê xwe, berê xwe dane binê Xeta Fransawî. Ew heya vê sanîyê jî ji rêka millî averê nebûne ku bi rastî berxwedana Sasûnê, berxwedana sîyanet û prestîja kurdan bû.Carek jî em bêjin ku, Şeré Mala Elî, Şerén Sasûné, ango Şerén Qewmén Çiya bi şer û sirgûn û efwa derewîn û mıtareke û mizakere û bébextiyén dijminén hov, 12 salan domandî ye. Dibéjin gava ku şervanan di sala 1937é da jin û zarok û pîr û kalén xwe hilanîn beré xwe dane binxeté, di réda bihîstin ku li heréma Dérsimé şeré Kurd û Tirkan dest pé kirî ye. Ebdirehmané gorbehişt bi vé mizgîné kéfxweş dibe, beré xwe dide roavayé, dixwaze here arîkarîya birayén xweyén Kurd yên Dêrsimê; istihbarata Tirkan xeber didine hevalbendén xwe, hevalbend û piştmérén Tirkan dewleta İngilîz. İngilîzên qatilên milletê Kurd, teyareyén xwe dişeynine ser wan, teyareyén Dewleta Britanya, li dora wan çend ba li xwe didin, ew jî mecbûr dimînin bi Başûr va diçin û binxet dibin.Di vê hindavê da dikarim bibêjim Tirkan dixwestan ji tehlika eşiran rizgar bibin, bi İngilizan û Fransızan ra hê ji hêmana Osmaniyan va têkilîyên wan hebûn ku pêşkêşên weke Mîr Bedirxan, Ezdinşêr, Xan Mehmud heya bighêjê van axalerên ku piştî serhildana Şêx Seîd Efendî binxet bûn ev program hate meşandin. İngilizan arikariya Komara Kemalistan dikira dixwestan ku şerên Kurdan rawestin, fransızan van giregiran û pêşkêşan mêvan dikira û nedihişta faaliyetek di dijê kemalistan da here serî. Ev tişt bi tertip û program bû. Binxet û Xeta Fransawî ketibû devê dengbêjan û di folklora me da cih girtibû.(1)- Emînê Perixanê bi Reman û Receban û Hebizbinîyan bi eskerê Romê va li Deşta Bişêrîyê li gundê Zercil dest bi xiyanetê kirîye û xwestîye wan eşîrên dor û berê Batmanê ji binî mehû bik e. Di ruyê xiyaneta Emîn û yên weke Emîn navên axaler û pêşkêşan di wê demê da herimîn ku hêja jî bandora vê xiyanetê didomîn ê.

Back to top button