Nivîsar

Serhildana Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd

NûçeyaMurat Ekinci ya li ser Tevgera Azadî û Şêx Seîd Efendî…Ev serhildan di bihara 1925an de bi Serokatiya Xalid Begê Cibrî û damezirînerên Tevgera Azadî de destpêbikira. Lê dewleta kolonyalîst a Tirkiyeyê bi lîstikan rê li ber girt û amedekariya serhildanek mezin û dijwar pûç kir.13ê Sibatê 92Emîn salvegera serhildana Şêx Seîd Efendî, ango Serhildana Tevgera 1925 a Netewî ya Kurd e. 92 sal berê kurdan dema fêm kirin ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên xapandin û mafên wan ên netewî tên binpêkirin li hemberî dagirkeriyê serî hildan û doza Kurdistaneke azad û yekgirtî kirin.Ev doz herçiqas wekî Serhildana Şêx Seîd Efendî were zanîn jî, di rastiyê de bingeha vê serhildanê ji aliyê rêxistina Komîteya Îstîqlala Kurdistanê, ango Rêxistina Azadî ve hate amadekirin. Rêxistina Azadî sala 1920an de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Erziromê di Serokatiya Mîralay Xalid Begê Cibrî de hate damezirandin.24 fermandarên pilebilind yên wekî Îhsan Nurî Paşa, Îsmaîl Heqî Şaweys û herwiha rewşenbîrên wekî Doktor Fuat, Kemal Fewzî , Yûsif Zîya damezirînerên sereke yên Azadiyê bûn. Azadî piştî ku hate damezirandin heta peymana Lozanê ti xebatên rêxistinî nekir. Lê di 24ê Tirmeha 1923an de dema Peymana Lozanê hate îmzekirin, Kurdan fêm kir ku dewleta kemalîst û dagirker a Tirkiyeyê mafên wan ên netewî binpê kiriye û ji destê wan standiye. Li ser vê yekê Rêxistina Azadî bi seyda, aga, mele, serokeşîr û rewşenbîrên Kurdistanê re ket nav pêwendiyê û her çar perçeyên Kurdistanê dest bi rêxistinbûnê kir. Li Başûrê Kurdistanê bi Şêx Mehmûdê Berzencî û li Rojhilatê Kurdistanê jî Simkoyê Şikak re ket nav danûstandinan. Lewra rêxistina Azadî dixwest Kurdistaneka Serbixwe û Yekgirtî ava bike.Lê haya dewleta kemalîst û dagirker a Tirkiyeyê ji vê rêxistinbûnê zû çêbû û piştî serhildana Beytûşebabê ku di pêşengtiya Îhsan Nûrî Paşa de çê bûbû digel Xalid Begê Cibrî hemû qadroyên siyasî, leşkerî û rewşenbirî yên rêxistina Azadî hatin girtin. Lê hêjayî gotinê ye ku dewleta kemalîst û dagiker a Tirkiyeyê dest neda qadroyên olî. Lewra dewleta Tirkiyeyê dixwest serhildan di pêşengtiya aliyên olî de dest pê bike.Bi vî awayî armanc ew bû ku, serhildan ne wekî dozeke niştimanî wekî dozeke olî nîşan bide û di zûtirîn dem de rê li ber bigre. Lewra di 13ê Sibatê de dema Şêx Seîd Efendî li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê mala birê xwe Şêx Abdulrehîm bû leşkerên Tirkiyeyê bi ser malê de girtin. Dewleta Tirkiyeyê û bi dû 10 kesan bû ji Şêx Seîd Efendî daxwaza radestkirina wan ragihand. Lê dema Şêx Seîd wan 10 kesan radestî leşkeran nekir şer derket û ji nişka ve serhildana Tevgera Azadî ya 1925an dest pê kir.Serhildan di demek gelek kêm de ji 3 milan ve li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê belav bû. Milê yekem di pêşengtiya Şêx Seîd Efendî de li Diyarbekirê, milê didoyan di pêşengtiya Şêx Abdullah û begên Cibrîyan de li Warto û Xinisê û mila sisêyan jî di pêşengtiya Şêx Şerîf de li Elezîz û Çêwlikê belav bû. Sedan hezar Kurd êdî li hemberî dagirkeriyê serî hilda bûn. Lê dewleta dagirker bi zilmeka mezin û listîkan rê li ber serhildanê girt. Bi dehan hezar Kurdên bêgûneh di vê serhildanê de hatin kuştin û dewleta Tirkiyeyê jênosîdek mezin pêk anî.Piştî ku serhildan têk çû di 14ê Nîsanê de Serokê Azadiyê Xalid Begê Cibrî û 4 kesên dî yên wekî Yûsif Ziya Beg, Teymen Alî Riza, Mele Evdirehmanê Şirnexî û Faîk Bey ji aliyê Dîwana Herbê ya Bilîsê ve hatin kuştin. Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe jî piştî rojek dî li ser pira Evdirehman Paşa hatin girtin.Dadgeha Îstîqlalê di 28ê Hezîranê de biryara darvekirinê da Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî û 29ê Hezîranê de jî ew hatin daliqandin.Ji serhildana Tevgera 1925 a netewî ango Şêx Seîd Efendî 92 sal derbas bûn. Lê heta niha jî cihê gorên pêşengên wê serhildanê nayê zanîn. Herwiha heta niha jî arşîvên dîwana harbê ya Bilîsê nehatine eşkerkirin. Murat Ekincî

Back to top button