Nivîsar

Serkeftina PDKê demana destkeftiyên netewine

Serkeftina PDKê demana destxistina mafên netewî û gavek gelek girêng e di rêya serxwebûna Kurdistanê de.Li Kurdistana Başûr 30.09.2018ê hilbijartinên parlementoyê çêdibin. Hinek aliyên siyasî naxwazin hilbijartin di dema hatî kifşkirin de çêbibin û daxwaza paşxistina hilbijartina dikin. Lê ji bo paşxistinê tu sedemekî nadin pêş. Tenê metirsiyek heye ku dê denga winda bikin .Li Kurdistana Başûr dema ketina Kerkûkê de xiyanetek mezin hate li darxistin. Beşek ji YNKê û hinek aliyên din yên siyasî bi hevkariyekî Kerkûk firotin û xiyaneta 16ê Oktoberê li darxistin. Lê dixweyê ev yek zû hatiye ji bîrkirin. Rastî ew aliyên xiyanet kirîn bê ku şermê bikin derdikevin li himber xelkê behsa çalakiya xwe dikin.Mixabin ew kesayet û alî cardin wek aktorên siyasî di qada siyasetê de dileyzin.Niha li vê derê divê rexneyek li hemû aliyan bête kirin. Raste yên xiyanetê dikin dixwazin zû ew karê ku jê şermê dikin ji hizra xelkê derkeve, lê dixweyê ji hizra hemû aliyekî yan derketiye yan jî kêm bûye.Di hilbijartinan de her aliyek siyasî di propaganda xwe hinek argumenta didin pêş û li gora wê jî denga ji xelkê Kurdistanê dixwazin.Di hilbijartinên parlementoya Iraqê de PDK bû partiya yekem. YNKê jî serkeftinek ji destve anî. Partiyên din jî li gora xwe deng standin. Niha li gora bûyerên ku hatîn holê, dixweyê ku, xiyanet û Kurdistanîbûn û niştiman perwerî gelek di hizra xelkê Kurdistanê de namîne. Ji xwe dengên YNKî li Kerkûkê girtîn delila herî mezin ya vê yekê ye.Kesên xiyanet kirîn, îro bi hesanî radibin kesên li himber xiyanetê berxwedayîn rexne dikin. Ev jî gelekî xerîbe. Herweha delilê windabûna zakira xelkê bi xwe ye jî.Bûyerên 16ê Oktoberê û piştre jî, tenê PDK bi tena xwe û bi hêza xwe parastina xaka Kurdistanê kir. Şerê pirde û Sihêla destanên nû ji aliyê pêşmergeve hate li darxistin. Başe ev yek heta çi radeyê ji xelkêre tê kiset kirin? Gelo medyayê li ser van babeta çikas hewldan kirin? Ev babetên gotubêjekiye.Ji aliyek din listeyên ku partiya derxistin û navên di van listeyan de dê bandorekî li hilbijartina bikin yan na nayê zanin. Mimkine hinek partiyan de bikin û di hina de nekin. Lê gerek PDKê ev yek ji hemû aliya baştir binirxanda û piştî lêpirsênekî listeya xwe eşkere bikira.Divê PDK di qadên xepêşandanan de, di poropaganda hilbijartinan de behsa giringiya referanduma serxwebûna Kurdistanê û pêvajoya piştî wê baş bike. Divê PDK bi naverok ne tenê bi şîara propaganda xwe bike û rastiya pêvajoyekî ji xelkê Kurdistanê re bide xûyakirin.Di hilbijartinan de serkeftin mafê her aliyekiye, lê PDK ev yek heq kiriye û eger PDK serkeftinek baş destve bîne ev yek dibe demana destxistina mafên netewî û her weha dê mafên kurda li himber Bexdayê baş bêne parastin û dê Kurdistan roj bi roj ber bi serxwebûnê ve herê.Nûçe/analizN.Firat

Back to top button