Nivîsar

Sermezin, Serkundir…

Şerefxan CizîrîDîrokavan a Emerikî Barbara Tuchman ji bona kesên ku derzan ji dîrok û tecrubeyan dernaxine, dibêje; sermezin. Gava ku kes, an dewlet, an rêxistin ji bona berjewendiyên xwe jî bin, ku nikaribin agahdarî û zanebûnên nû fêr bibin, an jî nexwazin fêrbibin, wê gavê helwesta wana dibe sermezinbûn, an jı serqelewbûn, an jî serkundirbûn. Eşkereye ku dîrok û tecrübe beriya her tiştî divê têkeve xizmete mirovan. Ji wexta ku derbasbûyîye, ji tecrubeyên ku tekez bûne, gava ku mirov ji dîrok û civakê sûde wernegirin, wateya lêkolinan, lê pirsînan, aqil û zanistê bê wate dibe. Ev him di warê teori de jî wilo ye û him jî di warê pratikê de wilo ye.Siyaseta ku nikaribe ji zanist û zanebûnê sûdê werbigere, ew îca nema siyeset e, ew bêtir dibe oleke cemidî ku pêwendiyên xwe ji dinyayê kutkiriye. Ola ku cemidiye dibêje û ew tenê li xwe jî guhdar dike. Evindarê dengê xwe ye. Tu tam di gotinê wana de tuneye, tenê aligir û mirîdên wana ji van fêm dikin. Civak jî roj bi roj ji vê siyaseta cemidî, ji vê siyaseta sekter û ya ku tenê li xwe guhdar dike gav bi gav bidûr dikeve. Di rewşeke wilo de siyaset ji civatê, zanist û zanebûnê îzole dibe û dibe tevgereke qerpalî ku ne bikerî xwe tê û ne jî bikerî civatê tê.Belê, zimanê Kurdî di vê mijarê de bi rastî dewlemend e. Ji bona rewşên wilo Kurd dibêjin; tenê nan dixwûn û cilan diqetînin. Ango mirovên wilo nanxwûrên cilqetênin! Mirovên wilo dibin weke toltajiyan, ne neçirvanî ji wana tê û ne jî dikarin ajalan ji dirindeyan biparêzin. Ew mirovên wilo tenê bikerî nanxwarinê û bikerî cilqetandinê tên. Ango di fikir, raman, proje û çareserkirina pirsgirêkan de ew hergav nekirkêrin. Weke dikên elokan li dora xwe dizîvirin û xwe diwerimînin. Lê berhemdarî, çareserî û aqilekî hevbeş ji wana bazdide.Em dizanin ku civak û dîrok di gelek waran de berfireh û piralî ne. Lê belê di encam de dîrok, civak û tecrube çawa be jî, divê bê teşqele û hicet ew bibin çavkaniya sereke ji bona pêşveçûna mirov û civakan. Yan na bê watebûn dibe beşek ji raman û pratika mirovan. Lê em dizanin ku sermezin ji hergav dibin kospek li pêşiya tevgerên dinamik. Gava ku sermezin hespê xwe li gora dile xwe bibezine, di civak û siyasetê de cemidandin çêdibe. Mirovên ku ji şaşiyên xwe derz negire, bi rastı ew bi demê re dibe sermezin û dikeve rewşeke patolojik.Di civak û siyaseta Kurdan de îro gelek sermezin hene. Ev yek eşkere ye û baş tê zanin. Bi taybet jî di nava rewşenbîran û siyasetê de sermezin bûnê pirsgirêkek netewî. Ew mirov hayê wana ji bayê felekê tuneye. Doh dîtinên şaş diparaztin û îro jî li ser wan dîtinan berdewam in. Doh siyaseteke şaş dimeşandin îro ji heman siyasetê dubare dikin. Doh nedixwestin di nava Kurdan de tifaq, yekiti, hevkarî pêşde biçe, îro heman helwestan dubare dikin.Bi navê Kurditiyê tevger dikin lê bexilê welatê xwe ne. Xema wana ne doza Kurdistanê ye. Hezar û yek hicetî derdixin ji bona Kurd tifaq û yekitiyan ava nekin. Bi kirinên xwe, di pratikê de dikevin xizmeta dagirkerên Kurdistanê. Bi zanebûn an jî bi nezanî enerjiya wana dikeve xizmeta dagirkêrên welatê me. Ew bi kirinên xwe, bi dîtin û ramanên xwe desthilatdariya dagirkeran xurt dikin, temenê vê dagirkeriyê dirêj dikin û di siyaseta welêt de jî kundiran difiroşin!Bi rastî qerpal û kundir bûnê yek û hicetên beradayî datînin pêşiya civaka Kurdan! Gelek ji wana naxwazin fêrbibin ku pêşeroja Kurdistanê di tifaq, yekitî û di tevgirêdana netewayetiyê re derbas dibe. Ma kes li himberi vê rastiyê, bi werekî, eşkere û bi dengekî bilind dijberiyê dike? Naxêr! Lê pratik û helwesta mirovan tiştekî din dide der. Wayê dar û wayê mişar li ber me ye!Mirov bi kurti di vê mijarê de dikare bibêje; li dinyayê gelek sermezin hene lê li Kurdistanê hejmara wana gelekî zêde bûye. Bi taybet jî di nava rewşenbiran de sermezin zêde bûne. Bi dengekî bilind dibêjin; ku ez xwe ji ber doza Kurdan bidim alî, kevir li ser kevir namîne! Bawer bikin hayê kesi jî ji wan “rewşenbîran” tüneye! Ditinên û şaşiyên ku beriya pencî salî pêşkêş dikarin, îro heman tiştan dubare dikin. Dinya serobino bûye lê sermezinên me hîna jî selewatan didin!Belê, Barbara Tuchman gelek minakên sermezinan, mînakên serqelewan di dîrokê de dide. Di hemû deman de, di hemû welatan de hilbet sermezin hene. Lê civak û siyaset jî heta nûha li wana nasekinîye. Tenê di vî warî de hinek pevajo dereng dimînin û karê civat û siyaseta zehmetir dikin.Ez bahwerim ku wê li Kurdistanê ji dem û dewrana sermezinan derbas bibe.  Emê weke hemû miletan veca derz ji dîrok û tecrubeyan bigirin, jiyan û siyaseta Kurdistanê pêşde bibin. Emê Welatê xwe bi pîvanên hemdemî û zanistî bixin nava refên miletê dinyayê. Kurdistana me ku di gelek waran de warê şariştanîyê ye, wê disa bigîhêje pilêya miletên pêşketî.Heçî ku bi zanebûn Kurdistanê ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî li paş bihele, tevgera netewayetiyê xurt neke, ne tifaqîyê bixe nava Kurdan, bi helwesta xwe Kurdan bêdewlet û bêstatû  bihele, eşa Helebê li wana bikeve! Bi girê devan bikevin inşeleh!Rica me ji wana jî ev e; li pêşberî tevgera netewî nebin kosp, nebin pirsgirêk, nebin senc. Dura bila serqelewên ku dixwazin dibin asteng jî firdikan biçînin nava dewê xwe û quretiyan bikin!

Back to top button