Hevpeyvîn

Serok Barzanî behsa hevdîtina xwe ya bi Sedam Hisên re dike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi bersiva pirsekê de di hevpeyvîna digel rojnameta Okaz ya Siudiyê behsa dîdara xwe ya bi Sedam Hisên diktatrotê berê Îraqê dike û dibêje:- Piştî têkşikandina Sedam Hisên di şerê dagîrkitina Kwêtê de, gelê Kurdistanê li dijî rijêma Îraqê serhildan û deverên Kurdistanê komtirol kirin. Piştî hêzên Îraqê ji Kwêtê derketin, dixuyê li (Xêma Sefwan) lihevhatinek hebû û jiber hindê arteşa Îraqê dîrekt êrîşî ser Herêma Kurdistanê kir û şerê giran li deriyên Herêma Kurdistanê qewimîn leşkerê Îraqê şikest û daxwaza danûstandinan kir, Herêma Kurdistanê jî danûstandin qebûl kirin.Li destpêkê heyetek bi serokatita Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê çû Bexdayê û piştî ew heyet ji Bexdayê vegeriya, Bexdayê daxwaz kir û îsrar kir ez biçim Bexdayê, her şiqas ev pirs li cem min pirsek gelek giran û zehemt bû jî lê dawiyê mim biryar de biçim.Çûna min bo Bexdayê ji min re gelek zehmet û giran bû, çunkî yên hatîne şehîd kirin hemû bira û kesûkarên min bûn, ji min re gelek zehmet bû destê kesekî bigirim û merhebayîyê digel kesekî bikim 37 kes ji malbata min kuştibin.Dema minSedam Hisên dît di pênc deqîqeyên yekem de ew ma bû dilê min raweste, rewşeke nefsî ya nexwezayî ji min re çê bû, Sedam jî hest bi wê yekê kir, Îset Durî jî hest bi rewşa min kir. Sedam xwest min maç bike, lê min red kir. Di civînê de min jê re got xûn di navbera me de heye, lê tevî vêna jî ji bo xatirê pirsa gel ez hatime û ev yek wê dixwaze ez digel we de bim. Eger hûn amadene em jî amsdne, eger ne her kesek şehîd bibe xweştivîtir û birûmetire ji yê li ser dinayê mabe û bi tu awayî em dest ji mafên xwe berdandin û tenazilê jî nakin.Di bersiv apirsekê de ka Sedam Hisên hatibûe guhertin, serok Barzanî dibêje:Mixabin, tiştek ji eqilyeta Sedam nehatibû guhertin, di deqîqeyên yek yên danûstandina de Sedam got; gelî bira wisa nezanin em di şerê sala 1991ê de şikestine, hûn şaş in, em di wî şerî de serkeftine û Amerîka daxwaza agirbestê û şerawesandina şer kir, armanca Amerîka jinavbirina me bû, lê eve em hene û mane, ango em biserkefitne.Barzanî di bersiva pirsek din de behsa hêrisbûna Elî Mecîd (Elî Kîmyayî) dike û dibêje:Di civînekê de ku, ez tê de amade nebûm, Elî Mecîd hêrisbûn gotibû; hûn hertim behsa enfal û kesên windabûyî dikin ku, mebesta wî ez bûm, min biryar bi cî kirine hûn hijmara kuştiyan zêde behis dikin, ne 182 hezar kesin lê 100 hezar kes bûn.Roja baştir min beşdarî civînê kir û mim jê re got; min bihîst ku te doh behsa hijmara kuştiyan kiriye û te gotiye 100 hezar kesin. Ez dibêjim bila 50 hezar kes bin lê ka hêstî û terêmê şehîdan bi me bidin. Yê 50 hezar kesan bikuje dû milyonekê jî bikuje.

Back to top button