Civak
Serok Barzani cejna Êzidiya pîroz dike
Serok Barzani bi minasebeta cejna sersala Êzidiya daxûyaniyek ragihand.Daxûyanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzîdî Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.Hêvîdarim cejna îsal ya xuşk û birayên me yên Êzîdî rûpeleke nû bê ji bo derbaskirina hemû nexweşiyek û dawî hatina êş û azarên wan û bikarin li sayeya aramî û birayetiyê da cejin û helkeftên xwe yên olî bigêrin.Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzîdî pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê de.Mesûd Barzanî17.04.2018