Îroj

Serok Barzanî pêşmergeyek Kurdistaniye

Rojnama Şerk El Ewset di medya erebî de xwediyê cihek girîng e. Ev rojname gelek li ser rewşa Kurdistana Başûr disekine. Rojnameyê li ser rewşa Kurdistanê û bûyerên dawî nirxandinek berfireh kiriye û behsa rolê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dike.Nirxandina Şerk El ewset di derbarê serokê Kurdistanê de:Pêngava yekem a Serok Barzanî pêşiya wergirtina kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê beriya 10 salan, danîna bernameyeke baş bû bo dûbare rabûna Herêma Kurdistanê bû ji hemû aliyên jiyanê ve, yekem destkefta ku bi destî jî anî yekgirtina herdu îdareyan bû, herwiha karkirin bo yekxistina hemû wan wezaretan bû ku di navbera herdu îdareyên Hewlêr û Silêmaniyê de hatibûn dabeşkirin.Bi hewlên wî û bi alîkariya hemû aliyên kurdî, karî dawî bi wê dabeşbûna xeternak bîne û bi siyasetekî serkeftî wan bigihîne kenarê aramiyê di bin saya yasa û destûrê de.Li gorî amarên fermî, beriya destbikarbûna Serok Barzanî asta hejariyê li herêmê zêdetirî % 50 bû, lê di saya serokatiya wî de ew rêya han daket bo % 7, ew jî bi rêya siyaseta aborî û bi bernameyên dariştî, ku alîkar bûn bo bilindkirina asta jiyana welatiyan û kêmkirina asta hejariyê û daketina asta bêkariyê ku nêzîkî % 0 dibe, ew jî amajeyek e ji bo pêşketina pirojeyan û pêşwazî li şîrketên cîhanî yên mezin di warê veberhênan û xweşiya jiyanê li Herêma Kurdistanê.Çavdêrên siyasî, di wê baweriyê de ne ku vekirina aborî û karkirina şîrketên mezin li Herêma Kurdistanê di saya vê siyaseta aborî de bû ku serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikar anîe û Kurdistan kirin hêlînek pêşketî û aram di vê navçeya pir şer û teror de.Her ew yek jî bû ku bû hêlîneke aram bo hemû iraqiyan, ku niha zêdetirî milyonek û nîv koçber berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Herwiha derbarê xwendinê de, di 10 salên borî de Kurdistanê pêşketinek mezin di vî warî de dîtiye û hejmara zanîngehê xwe zêde kiriye, jibilî wê yekê jî dema Serok Barzanî desthilat wergirt, ferman da ku divê li hemû gundan dibistan werin avakirin û xwendin tê de bi belaş be.Kurdistan di warê pêşsazî û bazirganiyê de jî pêşkeftineke mezin dît, ku çendîn bajarên niştecihbûnê dirust kirine û kêşeya bêxaniyan kêmtir bûue. Salîn borî, salên werçerxan û pêşkeftinên mezin bûn. Herwiha ji aliyê tendirûstiyê de li Herêma Kurdistanê pêşkeftinên berçav bi dest hatine û hejmarek zêde ji nexweşxaneyan hatine vekirin û ji hemû beşên Iraqê pêwazî li nexweşan dikin.Pêwndiyên Kurdistanê bi welatên derve re, di nava van 10 salan de guhertineke mezin dîtiye, bi taybetî jî piştî birêvebirina siyaseta vekirinê ligel tevahiya welatên cîhanê. Niha li Hewlêrê 33 konsulxane û nûneratiyên welatên cîhanê hene. Herwiha Serok Barzanî hewl dide ku pêwendiyên Kurdistanê bi welatên erebî re bihêz bike.Serok Barzanî beriya her tiştekî xwe wek pêşmergeyekî Kurdistanê dibîne û ew hemû endamên malbatan xwe ji destpêka erê DAIŞê ve li eniyên şer in û bi wê yekê moralê hêzên kurdî bilind dibe û bûne alîkarî bo şikenandina DAIŞê û rizgarkirina % 95 ji axa Kurdistanê ya ku ketibû destê DAIŞê de, herwiha navê Pêşmerge wek tekane hêza bejayî li cîhanê, ku kariye pêşvçûnên pêşmerge rawestînin.Di pirsa petrol û gazê de siyaseta serkeftî ya serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû sedem ku Herêma Kurdistanê şîrketên mezin ên cîhanê bikîne herêmê.Li derveyî Kurdistanê jî, Serok Barzanî endazyarê pêvajoya aştiyê ye di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de, ku 2 salan dirêj kir, di meha Tîrmeha borî de rawesta. Li gor jêderekî agahdar, niha Serok Barzanî careke din hewl dide ku wan herdu aliyan bîne ser maseya diyalogê da ku xwîn li raweste.

Back to top button