DosyaVîdeo

Serok: Em xwediyê dozek rewane, ew jî Niştiman û Kurdistan e (Vîdeo)

Serok Barzanî di çerçova propaganda hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de li Silêmaniyê bû. Barzani ji bo xelkê Silêmaniyê axivî û behsa bernameya PDKê kir.Di axavtina xwe de serok dibêje: Hilbijartinên 30ê Îlonê giring in û em soz didin, ku çi ji destê me bê, emê ji bo xizmeta we bikin, binavê xwe û hemû hevalên serkirdatiya PDK, sipasiya endamên PDK li vê deverê dikim, ji ber ku ez bibaşî haydarî dijwariya rewşa we me, her ji zemanê Zeîm Sidîq û heya îro, teror û teqandin û bêbeşkirin, ji para we bû li vê deverê, lê hûn her û her xweragir bûn û em hatine vir, daku ji we fêrê xweragiriyê bibin.Serok Barzanî got: Xweragiriya we cihê serfiraziyê ye û em serfiraziyê bi we dikin, divê ev rewşa tevlihev bidawî bê, Kurdistan ji hemû Kurdistaniyan re ye, divê qorixkirin -Istixlal- a desthilatê li hemû cihekî bidawî bê û zelal e, li ku qorixkirina desthilatê heye, em dixwazin dewleteke yasayê damezrînin û em hemû têde beşdar bin, ji we re tekez dikim, ku ti carî em qebûl nakin, zordarî li PDK û baregehên PDK û xelkên bê desthilat li vê deverê bê kirin.Barzanî got: Gellek caran behsa yekrêziya navmala Kurd tê kirin, lê ez di wê baeriyê de me, ku hemû kes şahidiyê li ser wê yekê didin, ku me hemû bizavên xwe ji bo yekrêziyê kir, lê divê hemû alî di vê piroseyê de hevkar bin. Em xwedî armanc û stiratejî û ecinde ne û ew aliyên dijatiya rêbaz û armancên me bikin, zehmet e em yekrêziyê li gel wan bikin.Serok Barzanî got: Em xwediyên dozeke rewa ne, we jî piştrast kiriye, ku ji bo vê doza rewa, me hêjatirîn kesên xwe û we pêşkêş kiriye, ew doz niştiman û Kurdistan e.https://youtu.be/SCGKWiDyKrM

Back to top button