Nûçeyên Kurdistanî

Serok li gel şanda ENKSê civiya

Serok li gel şanda ENKSê civiya

Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê hatin gotûbêjkirin û derbarê pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên serbazî û siyasî li wê deverê jî gotûbêj kirin.

Her di wê civînê de şanda mêvan kurteyek derbarê pêwendiyên wan li gel hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û aliyên Sûrî û çalakiyên siyasî yên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya, ji Serok Barzanî re pêşan dan.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî di gotina xwe de bal kişand ser pêşeroj û astengiyên li pêşya gelê Kurd li Sûrya û nerînên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji şanda mêvan re da xuyakirin.

 

1 Comment
  1. Her bijî serok ,sekeftin

Nerîna min :