PolîtîkVîdeo

Kurdistanek bê Kerkûk wek mirovek bê dil e

Serok: Serok: Niha Iraq ne komariye,ne parlemaniye û ne demokratiye bûye hikumeteke tayîfî mezhebî ye.Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî  li Hewlêr civînek li gel rojnemavan, nivîskar û hûnêrmenda pêkanî. Barzani di civînê de gotarek pêşkêş kir û da xûyakirin, ji bo paşxistina referandumê  zext û guvaşek zêde heye. Lê got ku li himber hemû zextê, dê 25 meha Îlonê de referendum were li darxistin.Malpera fermi a serokatiya Kurdistanê de dibêje:


Roja çarşem 06.09.2017 li Hola Şehîd Se’ed Abdullah ya li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û hunermendên Kurdistanê civiya.Li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser proseya referandûm û serbixweyî yê û ragihand encamdana rapirsî ne li dijî bingeha navdewletiyane û mafê çarenivîsê mafekî asayî û yasayiye li gor hemû belgenameyên yasayiyan û mafên mirov û me hîç karek nekiriye li dijî yasaya navdewletî be.Her wiha di derbarê daxwazên ji bo paşxistina referandûmê wê yekê xisterû ku ewên niha nîgeranin ji referandûmê, diviya gelek pêştir bihatan deng û biaxaftan û li binpêkirina destûrê bihatan deng. Her wiha referandûm jî ne kartê guvaşe û ne muzayedeye belku mumareseya mafekî sirûştî ya xelkê Kurdistanê ye.Ronahî jî kir, çûna Kurd ya Bexda bi dilpakî û niyazpakiyê şaş bû û got: Li vir da eve dipejirînim ku her 2003 çûna me ya Bexda bi wê dilpakiyê şaş bû.Her wiha di derbarê binpêkirina destûrê û rêkkeftinan balkişand li ser wê yekê ku heta niha 55 maddeyê destûrê hatine binpêkirin û bi bîra min jî nayê hîç rêkkeftinek ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatibe bicîhkirin. Wekî mînak rêkkeftîn li ser reşnivîsa yasaya neft û xaz, nekirin, rêkkeftîn li ser budçe û pirçekkirina Pêşmerge, ewan nehiştin yek fîşek jî ji bo Pêşmerge bê. Niha jî li şerê Mûsil de rêkkeftin me gelek kir û heta niha jî me behs nekiriye, beşek ji Heşda wan guh bi axaftina kesek nagirin û binpêkirinên gelek gelek mezin kirine.Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de got: Niha Iraq ne komariye û ne parlemaniye û ne demokratiye û bûye hikumeteke tayîfî mezhebî. Her wiha eger sîstema siyasiya Iraqê bi zorîne bê, Kurd li hemû tiştek da têkçûye ji ber ku herdem Kurd kemîne dibê li Encûmena Nûneran da.Serokê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, li vê demê da guvaşeke zêde hebû ji bo paşxistina referandûmê çi ji aliyê hevpeymanan û welatan û kesên dost ve, lê belê ewan hîç bedîlekî ji bo referandûmê nebû, ji ber wê yekê em sûrîn li ser wê yekê li 25 ê eylulê de referandûmê bikîn. Balkişand li ser wê yekê ku dewleta Kurdistanê li ser bingeha wekhevî û azadî û bi sîstema komarî demokratî dibe.Her wiha got: Bîr li tundutîjiyê nakîn û bi xweşî û bi guftûgo em dixwazin serbixwe bîn. Destûra Iraqê hîç îtîbarekî xwe nemaye ji ber ku hate binpêkirin û kesek jî li ser nehate deng.Piştî gotarê guftûgo û pirsiyar hatin kirin û amadebûyên civînê têbînî û pirsiyar û pêşniyarên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva pirsiyar û têbîniyên amadebûyan da.https://www.youtube.com/watch?v=izTLIj7f2qg

Back to top button