Polîtîk

Serok pêşwaziya şanda PSKê kir

Roja çarşem 11.04.2018 li Selaheddîn Serok  Barzanî pêşwaziya Mesûd Tek Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê kir.Li hevdîtinê de Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî serxweşî û hevxemiya xwe bi Serok Barzanî ragihand.Li vê civînê de Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ronahî xiste li ser rewşa siyasiya Tirkiye û her wiha rewşa Kurd û aliyên siyasiyê Kurd li Tirkiye û balkişand li ser wan gef û astengan ku li vê dawiyê da li jiyana siyasiya gelê Kurd li Tirkiye pêkhatiye û her wiha behsa proseya siyasî û hilbijartinên paşarojê yê li Tirkiyê kir.Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî balkişand li ser rewşa Herêma Kurdistanê û rûdanên piştî referandûmê û gûman û nîgeraniya xwe di derbarê paşarojê û rewşa gelê Kurd li Sûriye derbirî.Di derbarê rewşa aliyên siyasiyê Kurd li Tirkiye, Serok Barzanî şîretên pêwîst xisterû û amadehiya xwe jî ji bo yarmetîdana çareseriya aştiyaneya doza Kurd û xebata siyasiya gelê Kurd li Bakûr nîşanda.

Back to top button