Cîhan

Serok yek ji xwedî bandortirîn kesayetiyan ê Musilman e

Mesud Barzanî, yek ji xwedî bandortirîn kesayetiyan, di nava pêncsed kesayetiên Musilman yên cîhanê de ye.Sentera Islamî ya Şahane ji bo lêkolînên stratejîk, ku navenda wê li ‘Eman a paytexta Ûrdinê ye, her sal lîsteya kesatiyên xwedî bibandor yên cîhana îslamî belav dike. Di lîsteya sala 2018an de, Serok Mes’ud Barzanî yek ji bibandortirîn 50 kesayetiyên Musilman ên cîhanê ye.Di nava kesayetiyan de, hejmarek Serok, Şah û kesayetiyan di warên cuda de hene. Wekî Ehmed elTeyib – Şêxê Ezher, Şah Selman ‘Ebdul’ezîz – Şahê S’iudyê, Şah ‘Ebdulla – Şahê Ûrdinê, ‘Elî Xameney – Rêberê Komara Islamî ya Îranê, Receb Teyip Erdogan – Serokomarê Tirkiyê û hin kesayetiyên din.Herweha ew lîste navên hin kesatiyên olî jî, li xwe digre. Wekî ‘Elî Cum’e – Miftiyê Komara Misrê, Hesen Nesrullah – Emîndarê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê, ‘Elî Sîstanî – Merce’ê olî li ‘Iraqê, Sadiq Xan – Şaredarê London a paytexta Brîtanyayê û hejmarek kesatiyên din ên Musilman. K24

Back to top button