Nûçeyên Kurdistanî

Serokê Fransa : Divê hemû famên kurdan bêne parastin

Serokê Fransa : Divê hemû famên kurdan bêne parastin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Serokê Fransayê Emmaneul Macron îro danê nîvro 02-12-2017, li Koşka Elyseeyê, pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re kir, ku ji Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên û Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî pêk tê.

Piştî hevdîtinê konferansek rojnemevanî hate li darxistin.

Serokê Serokê Fransayê Emmanuel Macron got pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîna çapemeniyê lidar xistin.

Emmanuel Macron got ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî a Fransayê ew spasiya wan dike û diyar kir ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.

Nerîna min :