Polîtîk

Serokê parlementoya Iraqê serdana Barzani kir

Îro 08.10.2017ê li Selahedîn serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Selîm Cibûrî kir.Di hevdîtinê de danûstandin li gel pêşhateyên siyasî yên Iraqê û referanduma gelê Kurdistanê û bandorên wê hatine kirin.Di heman hevdîtinê de jibilî teqezkirina pêwîstiya parastina seqamgirî û asayiş û dûrketina li girjî û tundiyê, amaje bi vê yekê jî hate kirin ku rewşa siyasî divê bê aramkirin û li gor prensîbên gotûbêjan danûstandin pêk bên û bi beşdariya hemû aliyan, ew jî ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Hewlêrê û Bexdayê.

Back to top button