Vîdeo

Serok:Gelê Kurdistanê têhnî azadî û serxwebûnê ye

Serok Barzani di  heştemin kongreya Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê de amade bû. Serok di kongreyê de gotarek pêşkêş kir. Serok di axavtina xwe de behsa rewşa siyasî li Iraqê û Kurdistanê kir. Herweha serok Barzani behsa rolê ciwanên Kurdistanê kir û got:Hun pêşeroja vî welatîne.Barzanî di gotara xwe de behsa civîna li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka bo şerê DAIŞê, Brett McGurk kir û ragihand: “Ez li gel Brett McGurk civiyame û me behsa hilbijartinan jî kir, lê ewa ku tê gotin derbarê paşxistina hilbijartinan de ku qaşo biryar dabe, ti esl û esasê wê nîne û negotiye hulbijartinan paş bixin. Wî Got ya ew yek pêwendî bi partiyên navxwe yên Kurdistanê ve heye.”Serok Barzanî di gotara xwe de hêviya serkevtina kongreyê xwast û amaje bi rola lawan di paşeroja Kurdistanê û xebata rizgariya netewî ya Kurd de kir û got: “Daxwaza serkevtina we dikim û înşalah dê kongreyeke serkevtî be û hûn xwe amade dikin bo qonaxa pêşerojê, çimku her weke vê dirûşma ku we bilind kiriye, paşeroja Kurdistanê di stutê lawan de ye. Rola lawan di şoreşên Eylûl û Goranê de, berê şoreşa Eylûlê de jî roleke sereke û bi bandor bûye di amadekirinalawên Kurdistanê de û perwerdekirina wan bi hizra netewî ya lis er bingeha demokrasiyê. Gelek serkirdeyên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ji vê dibistanê rabûn, ku Yekîtiya Lawan bû, her ew xebat û têkoşîna we jî wiha kiriye, ku hûn bibin endam di Yekîtiya Lawên Cîhanê de, ku ew jî serbilindiyeke mezin e ji we û milletê we re.”Barzanî behsa serdana şandeke Yekîtiya Lawan bo cem rêberê netewî Mele Mistefa Barzanî kir û got: “Di sala 1968an de ku wê demê qotabî (xwandekar) û lawan sekretariyeke wan hebû, hatin bo hevdîtina cenabê Barzanî, ku gelek keyfxweş bû bi dîtina wan xortan, wê demê wî got; xwandekar serê ne û law jî şûrê polayîn in, dî ez nikarim wefekê ji wê ciwantir ji bo lawan bibînim. Lê dikarim we piştrast bikim ku bi hemû hêz û şiyanekê em dê piştevanê we bin û PDK hertim piştevanê we dibe.”Di berdewamiya gotara xwe de, Serok Barzanî behsa xebata dîrokî ya gelê Kurd bo azadî û li dijî zordariyê kir û bi amajekirina bi mînaka xebata Kawayê Hesinkar û ji holê rakirina Dehak kir û got: “Ji wê rojê ve gelê Kurdistanê têhniyê azadî û serxwebûnê bûye, heta ku digihe îro, şoreş li pey şoreş û raperîn li pey raperîn endam daye.”Barzanî da xuyakirin, ku gelê Kurd ti deman êrişî xelkê din û axa wan nekiriye û got: “Ya ku em pê serbilind in ev e ku bo carekê jî , ez dixwazim eger kesek bikare mînakekê ji me re bîne, ku me êrişî xelkê din kiirbe, em çûbine ser axa xelkê din, me mal û milên xelkê din biribe, me hertim berevanî kiriye, daxwaza azadiya xwe kiriye, me daxwaza serbestiyê kiriye, zulm li me hatiye kirin, xedir li me hatiye kirin, me berevanî kiriye, berevaniyeke camêrane.” https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/2176015395995249/

Back to top button