CivakPolîtîk

Serok:Îradeya gelê Kurdistanê li tu demekî neşkiyaye û naşke

Serok Barzani bi minasebeta encamên hilbijartinên parlementoya Iraqê, peyamek jib o Raya Giştî ragihand. Serok dibêje: Pêwîste piştî sed sal ezmûna pir li karesat ew bawerî li Bexda dirust bibê ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê nekin û li doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihin. Peyama serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovanCemawerê xweşdiviyê KurdistanêNiha ku hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hate kirin, rewşeke nû hatiye holê. Hêvîdarim Hewlêr û Bexda dûrî li demargîrî û girjiyê, pêdaçûnekî nû bi peywendiyên xwe da bikin û ev hilbijartin destpêka qonaxekî nû bê ji bo her dû aliyan.Sedema serekî ya hemû gîr û giriftên berê û biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê vedigerê ser pabendnebûna hikûmeta Bexda bi destûrê û li dîbaçeya destûr da jî bi rûnî hatiye ku “Iltizam bi heze eldestur îhfiz el Iraq attihade alhûr şa’ba welriz û siyade”. Eve amajeyeke gelek rûne ku Iraq li yekîtiyeke arezûmendane pêkhatiye û bi vê yekê jî referandûm û mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî destûrî û sirûştî ya gelê Kurdistane.Pêwîste piştî sed sal ezmûna pir li karesat ew bawerî li Bexda dirust bibê ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê nekin û li doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihin. Niha derfetekî başe ku aliyên dest bilindên Iraqê bi wê ruh û helwesta ku destûr li ser hatiye binyatnan muamele li gel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê bikin. Pêwîst bû hikûmeta Bexda kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistanê bike neku wê ablûqe bide û sizaya bi komel li ser da bisepêne. Hikûmeta Iraqê divê qerebûya enfal û kîmyabaran û wêrankirina gûnd û dêhatan û koçberkirina xelkê Kurdistanê bike ku li qonaxên pêşî da û li vê dawiyê jî li Kerkûk û Duz û cihên din dijî gelê Kurdistanê hatin encam dan.Me pê başe ku bi diyalog li gel Bexda berdewam bîn heta digihîne encamek. Tu demekî bijardeya me bijardeya şer nebûye. Mixabin herdem û li hemû qonaxên derbasbûyî de ewe Bexda bûye ku şer hilbijartiye û me jî berevaniyê kiriye bi rûdanên piştî 16 cotmehê ve jî ku herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikîn û peywendiya me li gel Bexda aştiyane bê. Li gel eve da jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêmê dirust bûye pêwîste bi dawî bê û dîrok selmandiye ku .. Belê, em xwe naçemînîn.. û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me, îradeya gelê Kurdistanê li tu demekî neşikaye û naşikê.Di derbarê encama hilbijartinan jî hinek nîgeranî û guman li proseya hilbijartin û encamên wê da heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîste Komîsyona Serbixweya Hilbijartina Iraqê hengavên pêwîst bavêje ji bo revandina gumanan û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike.Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxekî nû li holê daye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîste aliyên Kurdistaniyan berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihin ku eger Kurdistan hemû yekdeng bê dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger berbelav bîn ewe Kurdistan jî lawaz dibê. Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger pêkve bîn, karên mezin û destkeftên mezin pêktên û eger jî berbelav bîn doza rewaya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçê. Her ji bo eve jî daxwaz dikim aliyên Kurdistaniyan vê carê li Bexda pêkve bin û yekrêz bin.Li dawiyê de spasî endam û kadîr û alîgir û dostên PDK û hemû zarok û gedeyên dilsozên gelê Kurdistanê dikim ku nehiştin heza neyaran û nehezan pêkbê.Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemirSilav ji bo Pêşmergeyên qehremanMesûd Barzanî  

Back to top button