ReferandumVîdeo

Serok:Pêwîst bi acizî û gefan nake û gilîyê li xwe bikin

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ji bo serkeftina proseya referandûma Herêma Kurdistanê, peyamekî ragihand.Eve jî naveroka wê peyamê ye:Bi navê xwedayê mezin û dilovanCemawerê xweşdiviyê KurdistanêXuşk û birayên minên ezîzSpas… Spas ji bo xwedayê mezin, spas ji bo we yên serbilind…Ji kurahiya dilê xwe ve pîrozbahiyeke germ li we hemûyan dikim bi hemû reng û dengên cûda, hemû partiyan û hemû pêkhatên neteweyî û olî…Malbatên serbilindên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, ev serkeftin li we pîroz bê. Piştrastim niha rûhê şehîdan bextewere û dizanîn ev serkeftina mezin li sayeya xwîna wan pêkhatiye.Spasî we hemûyan dikim ku dengdan û çûne ser sindoqan we wekî cejin kir, we îradeya gelê Kurdistanê pîşanî dinyayê da û we biryara xwe da.Spasî minên bê payan ji bo Pêşmergeyên qehreman û dezgehên asayîş û hêzên navxwe ku bi şev û roj ji bo serkeftina vê proseyê kar kirin.Spasî taybetî jî ji bo nîştecihên navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ji bo bi germî beşdariya wan ya referandûmê, her wiha spasî taybet ji bo revenda Kurdistanî ya li derve ku roleke bi bandor li palpiştîkirina proseya referandûmê de dîtin. Spasî dostên me yên li seranserê cîhanê dikîn ku hevsozê gelê Kurdistanê bûn li vê proseyê da. Bi pêwîstî dizanim spasî Encûmena Bilinda Referandûmê û Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Kurdistanê bikim.Xuşk û birayanÇi rojek ji wê yekê xweştir û mezintir û pîroztire ku mirov serkeftina îradeya gelê xwe ya ji bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe bi azadî, rabigihîne.Minetdarê xwadeyê mezinîn ku vê derfetê da me bi çavê xwe vê roja pîroz bibînîn. Serkirdeyên me yên mezin, hezaran zarok û gedeyên me yên qehreman bi hesreta ewe bûn vê rojê bibînin, lê belê bi navê wê da şehîd bûn. Li vir da silav ji bo giyanê wan dişînîn û soza wefadariyê ji bo wan dûpat dikîn.Cemawerê serbilindê KurdistanêBi xweragiriya xwe we nehişt îradeya we bişkê û niha jî piştî dengê belê ya we ku belê bû ji bo serxwebûn û nexêr bû ji bo enfal û kîmyabaran û komkujiyekî din, qonaxekî nû hatiye pêş ku werçerxanekî mezine ji bo niha û paşaroja me û eve serkeftina hemû gelê Kurdistane.Ewê gelê Kurdistanê li 25 ê 9 biryarê lê da, ne tawane û dijî hîç belgenameyekî navdewletî nîne.Destûra Iraqê jî rê bi me dide ku bi rûnî dibêje: “An alaltîzam bi heze aldistur îhfaz lilIraq atihade alhur”. Gelek rûne j ku hikumeta Bexda îltîzamê pê nekir.Piştî 2003 li ser bingeha yekgirtina arezûmendane û şeraket çûyîn Bexda û eve li destûra sala 2005 hate pejirandin. Lê belê mixabin îltîzam bi destûrê nehat kirin. Wate madem şeraket nayê qebul kirin û destûr tê binpêkirin, mafê meye biryara xwe bidîn û gelê Kurdistanê li 25.09.2017 biryara xwe da û Kurdistan çuye nav qonaxekî nû ya cûda li qonaxên berê.Bila hîç kes gileyî li me neke. Me hemû tiştek kir ji bo parastina pêkvejiyan û yekperçeyî ya Iraqê. Lê belê ku Bexda pêkvejiyanê qebul nekir û gelê Kurdistanê neçar kir biryarek bide ku pêwîst bû gelek ji mêj ve hatiba dayîn.Li vir da bi derfet dizanim peyamekî taybet pêşkêşî hikûmeta Iraqê û welatên cîran û civaka navdewletî bikim:Biraderên li hikûmeta IraqêDaxwaz dikim bi ciddî û bi hêminî nirxandinek ji bo dîroka peywendiyên me bikin, ku çi li ser me da anîne. Ji bilî ewe jî hatîn Bexda, lê belê gelo wekî pêwîst mafên bingehînên gelê me bi girîng wergirt? rûyekî xweş û geş pêşan da ku dilê me xweş bê û hêviya me hebê? belê, li destpêkê de rêkkeftîn li ser destûr û şeraketê. Rola girîngê Kurdistanê li damezrandina Iraqa nû gelek eşkereye, lê belê we hemû rêkeftin û peymaman têkda.Pêwîst bi acizî û gefan nake û gileyiyê li xwe bikin. Hûn bûn ku bi kirdarî û siyaseta xwe we bi me got, hûn me naxwazin û bi dengê bilind we got hevpeymaniya Kurd û Şî’e nema.Rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigrin. Gelo rewaye dengê milyonan mirov bi neşer’î bê zanîn? ev nêrîn dûre ji mentiq û eqlaniyetê? Her gelek bi xwe şer’iyet bi biryara xwe dide neku xelkekî din.Me dîrokeke dirêj pêkve hebûye û evraz û nişêvên zêde dîtiye û karesatên mezin li ser me da hatiye. Berdewambûn li ser ezmûnekî şikestxwarî ne baş e û serkeftî jî nabê û ne em û ne jî hûn bextewer nabîn li şûna gef û sizadanê, werin bila dostane bikevîn guftûgoyekî ciddî û dema pêwîst jî bi diyalogê bidîn. Ji bo wê jî bibîn dû cîranên başê hevdû. Ez bawerim ku hevdîtin li hemû rewşan da take rêye ji bo gihîştina bi paşarojeke baştir ji bo me her dû aliyan.Ev referandûma hatiye encam dan ne ji bo ferzkirina emrî waq’îe û ne ji bo diyarkirina sînore, belku ji bo ewe bû gelê Kurdistanê bi awayeke demokratî û aştiyane raya xwe ya di derbarê çarenûsa xwe derbibre.Careke din daxwazê ji we dikim werin bila bi guftûgo çareseriya kêşeyan bikîn. Daxwaz ji birêz Heyder Ebadî û hemû hêz û aliyên Iraqê dikim, ewên baweriya wan bi guftûgo heye dergehê hevdîtinê negrin ji ber ku tenê hevdîtin û guftûgo çareseriye.Ne xwe her sizayek li ser gelê Kurdistanê bê danîn, ji xwe ji enfal û kîmyabaran û komkujî û nanbirînê bi bandortir nabê. Bila ders ji pêşerojê werbigrîn. Em li hemû rewşek da tekez li ser birayetiya Kurd û Ereb û hemû pêkhatan dikîn û nakokiyên siyasî li gel hikûmetê bi tu awayekî nabê birayetiya gelan têkbide.Di derbarê welatên cîran jî, Em naxwazin bi tu awayekî hîç giriftek bête pêş. Baştire ew hevkar bin û roleke erênî ji bo çareseriya giriftan li navbera Hewlêr û Bexda da bibînin û gûh li Herêmê bigrin. Ev rêya raste neku hereşe û gefkirin. Eve bîst û pênc sale me daye xuyakirin ku em ne fakterê gefê ne belku fakterê asayîş û aramiyê ne. Em herdem rola Îran û Tirkiyê bilind dinirxînîn di dema koçberiya mezina gelê Kurdistanê û her wiha kîmyabaran û enfala Kurdistanê de. Dûpat dikim ku tenê hevdû têgihîştin û guftûgo rêya raste ji bo çareseriya kêşeyan neku gef kirin û zimanê gefê. Her wiha tekez jî li ser berdewamiya peywendiya dostaneya di navbera xwe dikîn.Civaka navdewletî jî piştrast dikîn ku em ji niha ve amadene guftûgoyê ciddî ji bo çareseriya kêşeyên li gel Bexda û tekez jî dikîn ku me bijardeya aştî li gel hemû aliyek hilbijartiye. Tekez li wê yekê dikîn ku beşekî bi bandor dimînîn bi navê hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî teror û di derbarê koçberan jî ku niha li Herêma Kurdistanê ne, koçber xuşk û birayên me ne û Kurdistan malê wane û li hemû demek zêdetir parastî dibin heta wê dema ku vedigerin navçeyên xwe.Li cem me gelek balkêşe gelek bi awayeke demokratî û aştiyane raya xwe derbibrê û bê sizadan. Gelo bi sizadanê padaşta qurbaniyên gelê Kurdistanê tê dayîn? gelo eve rewaye?Di derbarê sîmayên dewleta Kurdistanê û sîstema siyasî ewe dimîne ser biryara gel, lê belê ewê em bi başî dizanîn pêkhatiye ji sîstemekî parlemenî û federalî û demokratî û medenî. Eve derfetekî bihadar dibê ji bo wê yekê li ser bingeha bawerî û sûdwergirtina li ezmûnên berê, hukimraniyek dirust bikîn ku mînak bê ji dadperwerî û yeksanî û şefafiyet û demokrasiyê û cihê bawerî û rizamendiya gelê me bê. Mafê pêkhatên neteweyî û olî berçav bê girtin û divê wekheviya siyasî û medenî li navbera hemû hemwelatiyan da berqerar bê. Wesîqeya siyasî ku Encûmena Bilinda Referandûmê pejirand dibê bingeha destûra me.Cemawerê xweragirê KurdistanêDaxwazê ji we dikim bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve jî, îro ji hemû demeke zêdetir yekgirtî bin û pêwîste nakokî û gengeşeyên xwe deynin aliyekî û em hemû rûpelekî nû vekîn.‌ Her çende renge hinek sextî bêne pêş lê belê piştrastim asoyekî geş li pêşiya meye. Ji hemuyan girîngtir jî ewe îradeya gelê Kurdistanê neşika û bi yekrêzî em bi xwe li ser astengan de serdikevîn. Pêwîste em hemû ji bergê hizbayetiyê derkevin û biçîne bin sêwana niştimana xwe. Daxwaza lêborînê jî ji we yên birêz û xweşdivî jî dikim ji bo her kêmasiyek. Daxwaz ji xuşk û birayên bi taybet li gencên xwîngerm dikim piştî ragihandina encamên referandûmê bi awayeke şaristanî û li gor çanda bilinda gelê me xweşî û şadiya xwe derbibrin û kes teqînê neke û bextewerî û aramiya xelkê têknedin.Niha dikarîn temaşa malbat û zarokên şehîdên xwe bikîn û hêvî li nêrîna wan da bibînîn. Niha zêdetirê her demek dizanîn Pêşmerge çend ezîze û Pêşmergeyetî çi şerefekî mezine.Niha dizanîn ku gelekî xwedî îradeyîn xwedayê mezin pişt û penaya we bê.https://www.youtube.com/watch?v=94bvuuBazmY

Back to top button