Civak

Serokwezîr: Em li himber têkdana aramiyê li Silêmaniyê diltengin

Hilbijartinên parlementoya Iraqê li Herêma Kurditanê hinek deveran asteng derketin. Taybetî li bajarê Silêmaniyê aramî hate têkdan û hêzên îek di detên wan de rê li hinek partiyan girtin ku dengdan bi awayek azad nebê,.Li ser bûyerên Silêmaniyê serokwezîrê Kurdistanê Nêîçîrvan Barzani da xûyakirin ku, ew têkdana aramiyê li Silêmaniyê dilteng e.Di vê derbarê de serokwezîr got: “Em li hember têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê pir dilteng in. Ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin demildest teqekirina li hember baregahên partiyan bidawî bibe û hêzên ewlekariyê jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin, baregah û navendên hemû aliyan biparêzin.Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan jî xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û ji ber gumanên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan de jî bi riyên asayî giliyên xwe li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.Barzanî ji hemû aliyan xwest asayîş û aramiya civakî ya bajarê Silêmaniyê li ber çav bigrin.Hêjayê gotinê ye, ku piştî eşkerebûna encamên yekemîn ên ne fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Nifşên Nû bi daxuyaniyên cuda diyar kirin, ku di hilbijartinên Silêmanî û Helebceyê de destkarî çêbûye û encam li gorî berjewendiya aliyekê hatine guhertin. 

Back to top button