CîhanCivak

Serokwezîr giringiyek mezin dide pişgiriya jinan

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 01.03,2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Zeyneb Bangora nûnera taybetiya sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên destdirêjiyên seksî di demên nakokiyan de û şandeya bi wê re kir û Bangora sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevahengî û hevkariyeke baş digel rêxistin û saziyên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, bi taybetî di warê hevkarîkirina wan jinên rastê destdirêjiyên seksî hatine ku ev yek bi biryara Neteweyên Yekgirtî weke tawana ceng û terorê tê hijmartin, heye.Şandeya mêvan çalakiyên Senterê Çareserî û Piştgiriya Jinan ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi piştevaniya Neteweyên Yekgirtî li bajarê Duhokê hatiye damezrandin bilind nirxandin û eşkere kir ku ji bona wergirtin û çareserkirina ew jinên rastî şidetê hatine yan jî ji destê terorîstên DAÎŞê rizgar bûne, ew dê du senterên din yên bi wî awayî; yek li Hewlêrê û yek jî li Bexdayê vekin.Nêçîrvn Barzanî di axavtina xwe de xebat û rola Zeyneb Bangora yên di warê rûbirûbûna şideta li dijî jinan bilind nirxandin û daxwa jê kir ku şareza û pisporên Neteweyên Yekgirtî, yên di vî warî de, alîkariya wezareta navxwe û encumena balaya xaniman bikin daku bikaribin baştir rûbirûyê wan diyadeyên di vê açrçoveyê de di nav civakê de diqewimin bibin.Serokwezîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê lis er xebatên xwe yên rûbirûbûna şideta li dijî jinan berdewam be. 

Back to top button