Hevpeyvîn

Serokwezîr: ji bo pêşvebirina peywendiyan dibe di demeke guncaw de serdana Tirkiyê bikim

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ya roja 04.07.2018ê, di pireskonferensekê de behsa naveroka civînê û çend mijarên din kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.Rapora kompaniya DeloitteSerokwezîr di destpêkê de behsa naveroka civînê kir û got: Me civîna civata wezîran hebû û xala yekem ya civînê ew bû Kompaniya Deliotte ku hûrbînîniyê li hinartina nefta Kurdistanê dike, di civînê de amade bû û rapora xwe ya li ser hinartina nefta Herêma Kurdistanê ya şeş mehên dawiyê ji sala 2017ê û sê mehên destpêka sala 2018ê pêşke kir.Min berê jî gotiye ku ev pirseke gelek gelek girine ji bo Herêma Kurdistanê di warê pirsa şefafîya neftê û derve û navxwe giringiyê bi vê pirsê didin û mafê xelkê Kurdistanê jî ye bizane pirosesa hinartina neftê bi çi awayî tê encam dan. Hemû zaniyarî di raporê de hebûn û biryare di demek nêzîk de bi awayekî fermî bê weşandin.Hilbijartina parlamentoya KurdistanêWeke hemû dizanin hilbijartina parlamentoya Kurdistanê dê di roja 30.09.2018ê de bê encam dan û divê ew hilbijartin di dema xwe ya destnîşankirî de bên encam dan.Kurd û BexdaCivînên me digel biraderên Yekêtiyê (Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê) berdewamin û îro jî me civîn heye. Ya ji bo me giring eve ku kurd li Bexdayê bi yek helwest beşdar be, lê heta niha hemû pirs li Bexdayê nezelal in. Heta niha encamê fermî yê hilbijartina parlamentoya Îraqê ji aliyê dadgehê ve nehatine pesind kirin û eve piroseseke divê bê encam dan û eger hat encam dan dê ji bona pêkanîna hevpeymaniya zêdetir derfet çê bibe, heta pirosesa bi fermî pesinkirina encamê hilbijartina ji aliyê dadgehê ve neyê kirin, em naxwaz in lezê li pirsa pêkanîna hevpeymaniyan bikin, lê em digel hemû aliyan di nava danûstandina dene û em di civînan de beşdar in, ya ji bo me girina ajenda û bernameya wan aliyên îraqî ye û li ser ajende û bernameya wan aliyan em dê hevpeyaniyan pêkbînin.Peywendiya telefone digel ErdoganPeywendiya telefone digel Serokomarê Tirkiyeyê zêdetir pirsa pîrozahiyê bû, bi boneya serkeftina di hilbijartinan de,  min pîrozbahî li Serokomarê Tikriyeyê Receb teyb Erdogan kir. Me her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Tikriyeyê divê ber bi pêş ve biçin û bi baweriya min em di qonaxeke nû de ne û ji bona zêdetir danûstandinan bi berpirsên Tirkiyeyê re, dibe di derfetekê de serdana Tirkiyeyê bikim.Rewşa KerkûkêLi ser rewşa Kerkûkê herêma Kurdistanê dilgiran e bi taybetî ku li hindek deveran DAÎŞ ê dest bi kiryarên çekdarî kiriye û ev yek me dilgiran dike. Herêma Kurdistanê ji bona dabînkirina aramî û emniyeta hemû deveran amadeye digel Bexdayê hevkariyê bike. Pirsa aramî û emniyetê ku li deverên din heye tesîr li ser Herêma Kurdistanê dibe û yak u li Herêma Kurdistanê jî heye tesîrê li ser deverên din dike, me dijminek hevbeş heye ku ew jî DAÎŞ e û ji bo Bexdayê, Hewlêr, Necef û Mûsilê jî û ji bo hemû deveran metirsiyeke mezin e, me gelek caran gotiye ku ji bona dabînkirina aramî û emniyetê, Herêma Kurdistanê amadeye bi Bexdayê re hevkariyê bike.Li dor vegera Pêşmergeyê Kurdistanê bo Kerkûkê û parastina aramiyê li devera Kerkûkê, heta niha bi fermî tu civîn di navbera me û Bexdayê de nehatine kirin û daxwaz ji me nehatiye kirin em hêza pêşmerge ji bo wan deveran binêrin û alîkariyê bikin. jiber têkçûna rewaş emnî li wan deveran em gelek nerehet in û eger daxwaz ji me bê kirin, em amadene alîkarî û hevakriyê bikin. Lê heta niha ew daxwaz ji me nehatiye kirin.Nefta KerkûkêPiştî bûyerên sala borî, min ji berpirsê Bexdayê û cenabê serokwezîrê Îraqê re got ku Herêma Kurdistanê amadeya alîkariya Îraqê bike û nefta Kerkûkê bi rêya boriya nefta Kurdistanê bo derve hinarde bike ku nêzîkî 250-300 bermîlên neftê li Kerkûkê heye û heta niha Bexda nikariye bo derve hinarde bike. Me berheviya xwe nîşanda ku bi rêya borya Kurdistanê bo derve hinarde bike lê heta niha Bexdayê razîbûna xwe nîşan nedaye. Ew roja min ji Bexdayê re gotî eger razî bibûya, heta niha nêzîkê sê milyar û pêncsedhezar dolar li ser budceya Îraqê zêde dibûn. Ez heta niha tênagihim çima Bexda nefta Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo derve na hinêre.Operasyona Tikriyeyê bo ser PKKêEm gelek nerehet dibin dema hevwelatiyên me li hindeke deveran ji ber operasyonên leşkerî, çi j aliyê Tirkiyeyê be yan ji aliyekê din be, zirar û ziyanê dibînin. Realîteyek heye û çênabe em wê rêalîteyê nebînin, çima ev operasyên li Herêma Kurdistanê tên kirin? Jiber ku PKK gelek deverên herêma Kurdistanê dagîr kirine û wan deveran bikartîne û êrîşî ser Tirkiyeyê dike. Em weke Herêma Kurdistanê dijî her operasyonekê ne çi Îran yan jî Tirkiye be. Em dijî wê yekê ne axa Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser dewletên cîran bê bikaranîn.Berpirsiyariya meye, berpirsiyariya Herêma Kurdistana Îraqê ye û me gelek caran daxwaz ji hêzên opozisyona Îranê kiriye tixûbek ji vê meseleyê re deynin. Me daxwaz ji PKKê kiriye çênabe bibe sedema wê yekê ku zirar û ziyan bigehe xelkê Herêma Kurdistanê. Xelkê Kurdistanê divê bizane ku ev mesele neyekterefîye, ew tişta tê kirin şaşiyên PKKê ye, ya diqewime şaşiyên opozisyona Îranê ye ku ji axa herêma Kurdistanê îstîfade dikin. Ev ne hevkariya Herêma Kurdistanê ye, me gelek cara daxwaz ji wan hêzan kiriye alîkariya Herêma Kurdistanê bikin  ku ji nav axa Herêma Kurdistanê êrîşî dewletên cîran nekin û careke din vegerin bo Herêma Kurdistanê.Mondiyala RûsyaDi bersiva pirsekê de ka piştevaniya kîjan taxima fotbulê li Mondiyala Rûsyayê dike, Nêçîrva Barzanî got: Ba bizanim yên mayî dê çawa bilîz in. ev Modiyale jî weke hilbijartina parlamentoya Îraqê ye, gelek surprise tê deye, kes tênagihe dê çi lê hêt. Hilbijartinên parlamentoya Îraqê de ew hêzên diviyabû serkefin, çûne derve. Li Mondiyalayê jî, Almanya û Îspanya û yên din çûn derve ku divyabû bimînin. Yên mayîn jî nedihat pêşbînîkirin bimînin. Mondiyala niha li Rûsya ji tiştên nepêşbînîkirî tijeye, ba bizanîn çawa dibe.

Back to top button