CîhanCivak

Serokwezîr: Kultura pêkvejiyanê ji kûratiya hinavên civaka kurdî zaye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 08.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Jan Figel nûnerê taybetiyê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên ol û baweriyan li derveyî Yekêtiya Ewropayê û şandeyeke pê re kir.Şandeya mêvan li hemebr ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye dilxweşiya xwe nîşan da û hêvî kir ku, ew awayê pêkvejiyanê li hemû deverên din yên Îraqê bi cî bibe û rola xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşwazîkrin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçbe rû penaberan de û dabînkirina nihtaciyên pêwîst ji wan re bilind nirxand.Şandeya Yekêtiya Ewropayê bi ecêbmayî ve behsa aramî û emniyeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di çareserkirina tevaya pitsgirêkên di navbera pêkhateyan de li deverên din yên Îraqê hene rola xwe bilîze û got ku, Yekêtiya Ewropayê jî berheve alîkariya her pêngaveke herêma Kurdistanê di vî warî de pavêje, bike.Nêçêrvan Barzanî ji şandeya mêvan re diyar kir ku kultura pêkvejiyanê ji kûratiya hinavên civaka kurdî zaye û gelek pirsgirêkên di vî warî de çêbûne, hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bi rêya qanûnê çareserkirine û di vê çarçoveyê de jî gelek qanûn hatine danan:- Berê û niha jî Herêma Kurdistanê û seroaktiya wê bi cidî lê xebitîne ku li herêmê fakterê aramiyê bin û pêwîste hemû aliyên din jî bi eynî awayî bi hemû îmknaên xwe hewil bidin daku pêkvejiyan bibe modeleke sertaserî.Serokwezîr, ew yek jî neveşart ku li hindek deveran mihawilên jinavbirina hin reger û olan tê encam dan û hêvî xwest ku piştî nemana terorîstên DAÎŞ piroseseke aşitiyê li sertaserî Îraqê dest pê bike û koçber, dûr ji şidetê, bo ser mal û milkên xwe vegerin û pirosesa pêkvejiyan bikeve nab pirogramên xwendin û perwerdeyê.

Back to top button