CîhanPolîtîk

Serokwezîr li gel balyozê Amerika rewşa dawî nirxand

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerika yê li Iraqê Douglas Silliman kir. Di hevdîtinê de  Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî di beşeke hevdîtinê de amade bû.Di hevdîtinê de pêşveçûnên herî dawî ya pêvajoya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, mijara hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê, Konferansa Navdewletî ya Avakirina Iraqê ya li Kuwêtê, plana avakirin û teşwîqa sektora taybet ji bo beşdariya vê pêvajoyê hat gotûbêjkirin.Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de li ser sedemên ku dibin faktora çalakbûna zêdetir û pêşvebirina aboriyê li Iraqê, hêsankariya ji bo pêvajoya avakirinê û rêxweşkirina li ber veberhêner û kompaniyên biyanî bo pêvajoya avakirinê axivîn.Gotûbêjkirina çend mijarên din ên li ser herêm, Iraq û Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî DAIŞê, beşeke din a hevdîtinê bû. 

Back to top button