Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Japonya li Iraqê û konsulê wî welatî li Kurdistanê kir.Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeka dîplomatîk ya Japonya kir ku ji balyozê Japonya li Bexdayê Fumio Iwai û konsulê wî welatî li Kurdistanê Katsumi Moriyasu pêk hatibû.Hevdîtinê de balyozê Japonya ji ber xilasbûna heyama karê xwe li Iraqê, xatirê xwe ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî xwast û hêviya xwe anî ziman ku pêwendiyên Hewlêr û Tokyo berfirehtir bibin.Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyozê Japonya kir ji ber kar û çalakiyên wî yên li Iraq û Kurdsitanê û jê re serkeftin xwast, her wiha spasiya hikûmeta Japonya jî kir ku alîkariya Kurdistanê kiriye.Di beşeke din ya hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Erdogan: Emê di nava rêxistina xwe de guhertinên pêwîst bikin
Balkêş e ?
Close