Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya wezîrê nvxwe yê Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Qasim al-Arecî wezîrê karê navxwe yê hikûmeta Îraqê kir. Her du aliyan tekîd li ser hebûna îradeya rasteqîne ji bo çareseriyê û giringiya berdewamiya diyalog û lihevtêgihiştinê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqa Federal kir.Di civînê de ku Kerîm Şingalî wezîrê karê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa emnî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê zêdetir di warê emnî û lihavguhertina zaniyariyan hevkarî û hevahengî di navbera wezaretên navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bona rûbirûbûna terorîstan û metirsiya tetorê hebe.

Back to top button