Polîtîk

Serokwezîr û Balyozê Brîtanyayê rewşa siyasî ya Îraqê dinirxînin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Kurdistanê Roja  2018-09-12 pêşwaziya John Wilkes Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û şandeka pê re kir.Li hevdîtinekê, behsa dawîn pêşhat û diyaloga pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê kirin.Balyozê Brîtanyayî pêdagirî li ser pêwîstiya rola Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê û hevbeşî di biryarên hikûmetê û çareser kirina  pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.Balyozî Brîtanyayî herwiha kêfxweşiya xwe li hember sazkirina hilbihartinên Herêma Kurdistanê li dema diyarkirî nîşanda û hîviya hilbijartineka serketî ji  bo Herêma Kurdistanê xwest.Serokwezîr bi amaje bi diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraq û Kurdistanê, pêdagirî li ser yekdengî û yekrêziya firaksiyonên Kurdî li Parlemantoya Îraqê û bi hêz bûna Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir.Seroksezîr Barzanî pişkdarî û rola erênî ya Herêma Kurdistanê li Parlemanto û Hikûmeta Îraqî ji  bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê giring daye zanîn.Herwiha kêfxweşiya xwe li hember beşdarî kirina piraniya partiyên siyasî li hilbijartina parlemantoya Kurdistanê nîşanda û got kampînên hilbijartinê heya niha bi awayekî baş rêve dice.Nêçîrvan Barzanî hêvî xwet piştî hilbijartinê, hikûmeta nû pêk bihê, ku bikare reformên ku berî niha hatine diyarkirin, bi cih bîne.Li dawiyî jî behsa rewşa deverê, bi taybetî li warî siyasî û tenahiyî kirin.

 

Back to top button