CîhanPolîtîk

Serokwezîra Brîtanyayê Nêçîrvan Barzanî vexwende Londonê!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li gel Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May axivî. May di çarçoveya destûra Iraqê de pişgiriya welatê xwe ya ji bo çareserkirina pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê kir.Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Brîtanyayê, Theresa Mayê îro 12-12-2017, di peywendiyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijarên di rojevê de guftûgo kir.Hate ragihandin, ku Serokwezîra Brîtanyayê May bal kişandiye ser wê yekê ku welatê wê piştgiriya yekparçeyiya axa Iraqê dike û herwiha diyar kiriye, ku ew daxuyaniya Barzanî ya li ser rêzgirtina biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê giring dibînin.Theresa May herwiha daye xuyakirin, ku dê welatê wê di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo parastina maf û nasnameya Kurdan tekoşîna xwe bidomîne.Li gorî daxuyaniyê herdu aliyan li ser têkiliyên li gel Bexdayê tekeziya hevdîtin û diyalogê kirine û bal kişandine ser wê yekê, ku di çarçoveya mekanîzmayeke hevpar de ji bo geştên li balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê dest pê bikin, dê hewlên xwe bidomînin.Serokwezîr May piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî careke din dubare kiriye û gotiye, ji bo bihêzbûna saziyên Herêmê di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de divê çaksazî bidomin. Herwiha tekezî li ser hemahengiya di şerê li dijî terorê kirine.Di peywendiya telefonî de May diyar kiriye ku ji bo nirxandineke berfirehtir ew dixwaze li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Londonê jî hevdîtinê bike.  

Back to top button