Nûçeyên Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê li Vatikanê ye

Serokwezîrê Kurdistanê li Vatikanê ye

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de li Vatîkanê ye.

Di şanda Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdstanê Fuad Hisên û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî cîh digrin.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Vatîkanê de ne nû ne. Di sala 2014ê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kir û li gel Papa dîdar pêk anî.

Di 14ê Tîrmeha heman sale de Nûnerê Papayê Vatîkanê Kardînal Fêrnando Fîlon û şandeke metran û pêşengên ola krsîtiyanan li Kurdistan û Iraqê serdana Hewlêrê kirin û li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr civiyan.

Di destpêka Adara 2015ê de, Serkwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Vatîkanê kir û li gel Papayê Franciscosê hevdîtinek pêk anî.

Şanda Vatîkanê namaya taybet a Papa pêşkêşî Barzanî kirin, ku di naveroka nameyê de, ji ber ku deriyê xwe ji bo lêqewmî û koçberan vekiriye, spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê dikir.

Vatîkan weke serokên dewletan pêşwazî li şandên Herêma Kurdistanê dike.

Nerîna min :