Nûçeyên Kurdistanî

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê bergiriya Britanya civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê bergiriya Britanya civiyan

Wezîrê bergiriya Britanya Mishael Fallon dug giha Hewlêrê û ji aliyê wezîrê navxe Kerim Sincarî û berpirsên Hukumeta Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin.

Îro danê sibehê Falon li gel serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêkanî.

Britanya yek ji welatên hevpeymaniyaye û helwesta vî welatî li Rojhilata Navin gelekî girînge. Zêdehî 80 bispiron leşkerî yên Britanya li Hewlêrin û perwerdeya pêşmergeyan de rolek baş dileyzin.

Di civîna serokwezîr Barzani û wezîrê bergirya Britanya Fallon de behsa operasyona Musilê hatiye kirin û herweha li ser pêdiviyên pêşmergeyan hatiye sekinadin.

Hate zanin ku behsa prosesa piştî azadkirina Musilê hatiye kirin û di vê derbarê de behsa helwesta û daxwazên kurda hatiye kirin.

Herweha piştî vê hevdîtinê Fallon ji aliyê serokê Kurdistanê ve tê pêşwazikirin.

Nerîna min :