Hevpeyvîn

Serxwebûn mafekî me yê sirûştî ye

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê serxwebûna Kurdistanê û nîgeraniyên Tirkiye û Îranê de diyar kir ku: “Ev mijar tenê Hewlêr û Bexdayê eleqeder dike.”Serok Barzanî di hevpeyvînekî de ji rojnameya almanî Frankfurter Allgemeine Zeitungle re dîtinên xwe yên di derbarê serxwebûna  Kurdistanê, helwesta welatên cîran û herwiha  Referanduma li Tirkiyê de gotin.Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokomarê Tirkiyê Erdogan weke siyasetmedarekî wêrek bi nav kir û di heman demê de daxwaz kir, ku ji bo berjewendiya pêvajoya aştiyê, Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî bên berdan.Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung dinivîse, ku kurdên Iraqê dengê xwe didin serxwebûnê, Tirkiye û Iraq jî dixwazin pêşiya welatekî serbixwe yê kurdan bigre.Li gorî Frankfurter Allgemeine Zeitungê, Mesûd Barzanî jî dixwaze ji bo cudabûna ji Iraqê û ragihandina serxwebûnê referandumekî bike.Rojnameya Almanî didê xûyakirin ku Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî bi tevê astengî û dijberiyan jî dibêje; “Serxwebûn mafekî me yê sirûştî ye.”Barzanî nîgeraniya Tirkiye û Îranê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî red dike û dibêje; “Ev mijarekî navxweyî ye di navbera me û Bexdayê de, ti pêwendiyeke wê bi Îran û Tirkiyê ve nîne. Neteweyek dixwaze bi rêya referandumê çarenivîsa xwe diyar bike, ku ti pirsgirêka vê netewê ligel prensîbên demokrasî û mafên mirovan de nîne.”Barzanî herwiha di hevpeyvîna xwe de destnîşan dike; “Ji bo pêkanîna giştpirsiyê jî pêwîstiya me bi destûr û destwerdana ti kesan nîne.”Serok Barzanî amaje bi wê yekê dike, ku êdî ti wateyekê sînorên Iraq û Sûriyê nemane û vê pirsê dike:“Ma em êdî çawa dikarin behsa welatekî yekgirtî li Sûriyê  û Iraqê bikin?”Bi nêrîna Barzanî dubendî di vir de ye, ku piraniya aliyên siyasî jî dizanin, ku ti wateyekî sînorên fermî yên Iraq û Sûriyê nemane lê hê jî vê rastiyê qebûl nakin.Serok Barzanî tekez dike, ku ev herdu welat tenê di dîrokê de mane, ew rojên ku herdu welat jî xwedî hikûmetên bihêz ên navendî jî bûn, serve çûye.Derbarê rola Tirkiyê ya li herêmê jî Mesûd Barzanî behsa rola Recep Tayyip Erdogan dike û hişyarî dide kurdên sûriyê da ku nîgeraniyên Tirkiyê liber çav bigrin.Barzanî dibêje; “Erdogan wêrekiyeke mezin nîşan da ku ew dixwaze kurd û tirkan di pêvajoya aştiyê de bigîhîne hev. Lê mixabin niha hinek geşedanên nû li Tirkiyê peyda bûne.”Barzanî ji bo berjwendiya pêvajoya aştiyê jî daxwaza berdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û hevalên wî kir. 

Back to top button