Hevpeyvîn

Serxwebûna Kurdistanê dê bibe Tsonami

Serokê Fraksiyona Hevpeymaniya Niştimanî ya desthilatdar Emar Hekîm, ku mezintirîn hevpeymaniya aliyên Şîeyên Iraqê ye dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê dibe sedem ku çend navçeyên din ên Iraqê daxwaza cudabûnê bikin. Besra jî yek ji wan dibe.”Emar Hekîm di bersiva pirsa “Ma biryara referandûm û serxwebûnê yekalîker e, yan fişareke li ser Bexdayê ye?” got: “Serxwebûna Kurdistanê, dibe sedem ku xelkekî mezin yên navçeyên din ên Iraqê daxwaza cudabûnê bikin, navçe jî rûbirûyî Tsonamiya perçekirinê dibe.”Emar Hekîm di bersiva wan pirsên Kurd ên li ser beşdarîkirina rastî di desthilatê de û mana pirsgirêkên berdewam ên di navbara Hewlêr û Bexdayê de gotî: “Take çareserî bo wan pirsgirêkan ku tenê bijarde ne, li aliyê hikûmeta federalî ne, ji ber ku bo cudabûna Kurd ti binemayeke destûrî piştgîriyê wê nake. Diyarkirina çarenivîsê mafekî mirovî ye, lê pirsgirêk di çawaniya bikaranîna wî mafî de ye.”Emar Hekîm yek ji wan siyasetmedarên Iraqî ye ku bi aşkere neyartiya xwe bo pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê derbiriye û berê jî ragihandibû, “Tenê dewleta Îsraîlê dan bi dewleta Kurdistan a serbixwe dide.”Lê ev daxuyaniyên Emar Hekîm ji aliyê Encûmena Bilind a Referandûmê ewqas kar veneda û biryar da ku dest bi guftûgoyan bikin û nêrîna xelkê Kurdistanê bigihînin welatên herêmê û cîhanê. Bo wê armancê jî şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Brûkselê kir, ku navendên girîng ên Ewropayê lê ne.K24

Back to top button