Polîtîk

Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir

Li gora nûçeyeka malpera Sputnik; Fermandarê Yekîneya 70ê ya hêza Pêşmerge ya girêdayî YNKê, Şêx Cafer Şêx Mustefa ji Kuwêtî re got, ‘Bafil Talebanî xiyanetî kiriye û bi awayekî taktîkî vekişiya ye, ji bo ku şerê navxweyî rû nede.’Şêx Cafer ji rojnameya “Ray” a Kuwêtî re da xuyakirin, “Armanca me ji vekişandina ji Kerkûkê, parastina hêzên me bû” û got: “Îran û Tirkiyê çirûska kesk ji artêşa Iraqê re vêxistin, ji bo bi serperiştiya Tehranê bikevin navçeyên me.”‘Şêx Cafer ji bo Bafil Talebanî got: “Ew xayîn e, kesek ligel wî nîn e ji bilî grûbeke biçûk” û wiha domand: “Tevî ku ew yek encam da, me hewil da xwe ji şerê navxweyî biparêzin û pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin.”Fermandarê Pêşmerge bal kişand ser ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyam daye, ji bo rêkxistina hêza Pêşmerge û rûbirûbûna artêşa Iraqê û got: ‘Kurd rijd e li ser vegerandina xaka xwe, ya ji aliyê artêşa Iraqê û mîlîşyayên Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin.’Şêx Cafer herwiha ragihand ku ew amade ne berevaniya tevahiya xak û welatê xwe bikin û di bin ti fişarekê de jî naçin bin wê barê nû.

 

Back to top button