Şêx Seîd Efendî û Serhildana 1925an

Şêx Seîd Efendî û Serhildana 1925an

 

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

 

Şêx Seîdê Pîranî, kesayetiyekî ku di dîroka miletê kurd û Kurdistanê de gelek bi navûdeng e. Ji destpêka sedsala 20-an heta îro navekî zindî ye di mejiyê kurdan û dewleta Tirk ya Kemalîstan de.

 

Lewra wî li bakurê Kurdistanê, ji serîhildana herî mezin û girseyî ya milî re serokatî kiriye. Wî siyaseta Kemalîstan ya înkarkirina kurdan nepejirandiye. Loma jî di laşê Dewleta Tirk ya Kemalîst de her dem tirsa wî hebûye. Dewletê her dem fikiriye ku kurdên wî bişopînin û dê di rêya wî de mafê xwe yê çarenivîsiye bixwazin; dê li welatê xwe Kurdistanê serwer û desthilatdar bin.

( I )

Şêx Seîd Efendî, him Palûyî û him Xinûsî û him jî Pîranî tê nas kirin. Ev înterlanda mirovê pîroz jî nîşan dide ku malbata Şêx Seîd Efendî û bi xwe jî, li Kurdistanê xwediyê bandoreke mezin ya civakî, olî, bazirganî û milî ne.

Şêx Seîd Efendî, di sala 1865 an jî 1866-an de li Palûyê tê dinyayê. Kalikê wan yê mezin Şêx Eliyê Paloyî ye. Şêx Eliyê Paloyî şêxê dergeha Naqşîbendî bûye. Ew şêxê mezintirîn yê dergeha Naqşibendî bûye di wê merheleyê de.

Şêx Seîd Efendî kesekî gelek mihterem û balkêş bûye. Tê gotin ku ew kesekî ewqas delal bû ku bi peyvan nayê terîfkirin. Loma jî, wî ji miletê kurd re mîradeke gelek serbilind û dîrokî hiştiye.

Bavê Şêx Seîd Efendî, Şêx Mehmûd Fewzî Efendî ye. Navê diya wî Merve Xan e.

Kalikekî wan Seyîd Haşîm, dema li gûndê Bismilê Çilsitûnê dijiye, di dema Sûltanê Osmanî Muradê Çaremîn de tê sirgûnkirin. Ew di destpêkê de li Farqînê, pişt re jî li Pasûr û Meletyeyê cîwar dibin û jiyana xwe didomînin.

Şêx Seîd Efendî, li Mûşê û Melezgîrtê dest bi xwendina xwe ya medresê dike. Piştî ku bavê wî li Xinûsê cîwar dibe li vir îlimê Qur’ana Kerîmê û Fiqihê dixwîne.

Hîç şik tune ye ku ew ji malbatek bîrewer û xwenda tê. Mamosteyên wî, seydayên medreseyên bi navûdeng bûn. Apê wî li Palûyê mûftûtî îcra dike. Bavê wî şêxê dergeha naqşîbendiyê bû û di heman demê de seydayê Şêx Seîd Efendî bû.

Şêx Seîd Efendî dema ku jê tê qal kirin û dema ku mirov li ser jiyana wî lêkolîn dike, derdikeve holê ku kesekî gelek bi nifûz û bi rewşa xwe li ser mirov bandoreke mezin çê dikiriye.

Şêx Seîd Efendî, hiç şik tune ye ku wî Kurdistan jî baş nas dikiriye. Loma jî li Kurdistanê bi piraniya şêxên, serok eşîrên, mîrên û axayên Kurdistanê re xwediyê pêwendiyek xûrt bûye.

Şêx Seîd Efendî bi îlmê xwe û bi seydatiya xwe û bi xêrxwaziya xwe jî di nav gel de weke şêx û alimekî jî, xwediyê rûmeteke mezin bû. Gel, weke rêberekî oldar, civakî, karsazî ji Şêx Seîd Efendî gelek hez dikir.

Ew çiqas di nav jiyanê de bi her awayî xwediyê kûraniyekê bûye jî, ewqas ji dinyaya madî dûr bûye. Ew temahkarê mal û mulk nebûye.

Beriya Serîhildana Milî ya Kurdistanê (1925), dewlemendiya wî û malbata wî ew pozîsyon û tevgera wî, rê ji pêwendiyên wî yên fireh yên Li Kurdistanê re jî vedike.

Şêx Seîd Efendî, kesekî bi rehm bûye û ji mafê herkesekî û miletekî û kêmneteweyan re rêzgirtî bûye. Loma jî dema qirkirina Ermenî pêk tê, li dijî qirkirina Ermeniyan derdikeve, li hemberî vê qirkirinê teblîxan pêşkêş dike û radigihîne.

Dibêje ku “qirkirina ermeniyan ne wîjdanî û îmanî ye. Li dijî mirovatî, li dijî îslamiyetê ye. Ew li dijî mafên her miletekî ye jî.”

*****

Zaroktiya Şêx Seîd Efendî li Palûyê derbas dibe. Di dema Şerê Yekemîn yê Cîhanê de Rûsya Kurdistanê dagir dike, ew koçber dibin tên li Pîranê bi cîwar dibin. Piştî Şerê Cîhanî jî, bi bavê xwe re diçe li Xinûsê cîwar dibe. Li Xinûsê perwerdiya olî digre. Lewra bavê wî, wê demê li Palûyê, li Xinûsê, li Pîranê xwediyê medreseyan e. Şêx Seîd Efendî perwerdehiya xwe di wan medresan de li ber seydayên gelek bi navûdeng pêk tîne.

Ew di zaroktiya xwe de weke kesekî gelek jêhatî û bi aqil û zekî tê naskirin.

Wî li cem perwerdehiya olî, di heman demê de matematîk û geometrî jî xwendine.

Gelek eserên bi navûdeng jî jêber dikaribû bixwîne.

Ew di cîwantiya xwe de di nav alemê Îslamê de dibe kesekî bi navûdeng.

400 MEDRESE Û 500 DERGEH 

Şêx Seîd Efendî piştî ku bavê wî rehmet dike, xizmeta dergehan û medreseyan ew dimeşîne. Gorî agahdariyên malbata Şêx Seîd Efendî, 400 medrese û 500 hep jî dergeh bi Şêx Seîd Efendî re girêdayî bûne.

Şêx Seîd Efendî, xwediyê pirtûkxaneyeke gelek mezin bûye. Tê gotin ku di pirtûkxaneya wî de 20.000 cild pirtûk hebûne.

Şêx Seîd Efendî mirovekî gelek dirêj bûye. Loma jê re dihat gotin ku “mirovê dirêj.” Li ser navê “Şêxê Dirêj” helbest hatine nivîsandin.

Ew kesekî gelek çeleng bûye. Rûyê wî her dem bi ken bûye. Kesên ku cara yekem ew ditîne, diketine bin bandora wî.

Ew bi gel re gelek bi hêsanî pêwendî çêdikir. Di pêwendiyên xwe de kesekî gelek germ û dilsoz bûye. Di axaftina xwe de jî kesekî gelek jîr û xatip bûye. Dema ku axaftin dikir her kes diketin bin bandor wî û wî mirov gelek bi hêsanî qane dikirin.

Bi her kesekî re danûstandin dikir. Ji fikrên her kesekî re rêzgirtî bûye. Loma jî di dema serîhildanê de şewirmendê wî yê yekemîn, baweriya wî bi ol nebûye. Ew kesa jî Fehmiyê Bilek e.

Şêx Seîd Efendî, di medreseyê de di perwerdehiyê de gelek bi disîplîn bûye.

Destnivîsên wî û nivîsên wî bi giştî jî gelek hêja bûne. Dema mirovan nivîsên wî dixwendin jê re heyran diman.

Dema ku xwendevanên wî perwerdehiya xwe li cem wî xelas dikin; Ew bi wan re diçe bajarokên wan li wir bi alîkariya xwe ya malî medreseyek ava dike. Dîsa dema diçe bajarekî, bajarokekê, gundekî, xwendevanên jêhatî tespît dike, ji wan re derfeta perwerdehiyê çêdike.

Ew bi siyasetê re jî eleqedar dibe. Dema ku tê Diyarbekîrê bi Paşazade Cemîlan re danûstandin dikir. Bi mala Bedirxaniyan re jî pêwendiyên wî çê dibe. Li Kurdistanê bi hemû munewerên kurdan re pêwendî çêdike.

Gor agahdariyên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Bavê wî serok Mele Mistefa Barzanî jî bi Şêx Seîd Efendî re danûstandin dike.

Berpirsiyarên dewletê, walî û qeymeqaman jî, ji wî re pêşwazî dikirin û rêz digirtin.

Ew dema diçe Stenbolê jî bi Tevgera Îtihad Teraqiyê re eleqedar dibe.

Rojnameyên rojane ji nêzik ve dişopandin.

ŞÊX SEÎD EFENDÎ ÇEND ZIMAN DIZANÎBÛ?

Şêx Seîd Efendî, tirkî, ermenkî, farisî, erebî baş dizanibû û diaxivî û dinivîsand.

Her kes wî, him kurdê kurmanc û him jî kurdê dimilî dizanîn. Loma jî malbata wan û ew bi xwe jî him kurmanc in û him jî dimilî ne.

Ew zimanzanîna wî, ji bona Şêx Seîd Efendî derfet çê dike ku li gelek welatan bigere bi aliman re danûstandin bike. Ew diçe welatên ereban, Îranê, Hindistanê, Ozbekistanê. Gelek welatên din yên Rojhelata dûr û Qafqasyayê.

Malbata Şêx Seîd Efendî û ew bi xwe jî gelek dewlemend bûn. Ew xwediyê keriyên pez bû. Wî keriyên pez li zozanan xwedî dikir, dibir li Mûsilê, li Helebê, li Kerkûkê difirotin. Loma jî ew li Rojhelata Navîn wek tacîrek mezin jî dihate naskirin.

Şêx Seîd Efendî bi rêya tîcaretê jî qada nifûza xwe fireh dike.

******

Şêx Seîd Efendî, sê caran zewiciye. Zewaca xwe ya duyemîn û sêyemîn piştî ku hevjînên wî wefat dikin pêk tîne.

Hevjîna wî ya yekem keça Şêxê Çanê Şêx Ehmedê Çewligê Emînê ye. Piştî wefata Xanim Emîneyê bi xwişka Serokê Rêxistina Komîteya Îstîqlal ya Kurdistanê Xalid Begê Cibrî, Xanima Fatmayê re dizewice. Zewaca wî ya seyemîn, bi Xanima Nazîfeyê re ye.

*****

Şêx Seîd Efendî wan 9 bira ne. Ew birayê mezin e. Birayên wî jî xwediyê nasnameyeke dîrokî ne. Loma dema ji Şêx Seîd Efendî bête qalkirin, divê ji wan jî piçek bêne qalkirin. Lewra ew jî nasnameya Şêx Seîd Efendî ya dîrokî temam dikin û terîf dikin.

Birayên wî ev in:

Şêx Bahaddîn Efendî, alimekî mezin e û li Xinûsê wezîfeya muftîtiyê pêk aniye. Berîya serîhildana milî, Şêx Seîd Efendî ev birayê xwe ziyaret dike. Di derbarê rewşê de wî agahdar dike. Tirsên xwe yên di derbarê rejîma Kemalîstan de dibêje. Wê demê Şêx Bahaddîn fahm dike ku dê dest bi serîhildanê bike. Ew îhtîyadbûnê ji Şêx Seîd Efendî re pêşniyar dike.
Şêx Diyaddîn Efendî, yek ji serleşkerê serîhildanê bû. Ew li Îranê şehîd dibe.
Şêx Elî Riza Efendî, seydayekî bi navûdeng bûye. Ew aqilmendê tevgera milî ya sala 1925-an e. Ew demekê (4 salan) li Iraqê dimîne. Ew li wir seydatiyê dike. Di sala 1932-an de dema ku hikûmet efû derdixe, ew û hevalên wî vedigerin Bakurê Kurdistanê. Ew li Erzorimê cîwar dibe. Lê derketina wî ji Erziromê qedexe dibe. Şêx Elî Riza Efendî, di van şertan de jî xebata xwe ya milî didomîne. Ew bi axa û serokeşîrên herêmê re “Partiya Şîmalê Kurdistanê” ava dikin. Lê ew tê girtin di derbarê wî de cezaya îdamê tê dayin. Ji bona ku birayê wî Şêx Selaheddîn Efendî temenbiçûk e, dibêje ku “partî min ava kiriye”. Wê demê Şêx Elî Riza Efendî ji îdamê xelas dibe. 12 sal ceza didin birayê wî Şêx Selaheddîn Efendî. Ew li hepsa Enqereyê dimîne.
Şêx Necmeddîn Efendî, beriya serîhildana 1925-an wefat dike. Ew zavayê Şêxê Çewligê û yê ji serokatiya tevgera 1925-an Şêx Elî ye. Ew li cem xezûrê xwe medresê dixwîne. Di ciwantiya xwe de (23 salî) wefat dike. Xezûrê wî jî bi Şêx Seîd Efendî re tê îdamkirin.
TEVLÎ ŞERÊ OSMANIYAN Û RÛSAN DIBE…

Şêx Tahir Efendî, alim bû. Ew otorîteyê fiqihê bû. Kesekî siyasetmedar bû. Wî meseleyên nav Osmaniyan û dinyayê baş dişopandin û dizanibû. Wî li Dara Hênêyê, Li Licê û li Hênê serleşkeriya tevgera 1925-an kiriye û aqilmendê tevgerê bûye. Ew beşdarî şerê 93-an, Şerê Osmaniyan û Rûsan dibe. Taybetiyek wî ya din jî, ew muzîsyen bûye. Ew jî bi xurtî li dijî qirkirina ermeniyan derdikeve. Ew li Tekirdagê jiyana sirgunê dimeşîne. Li wir jî bûyerên siyasî dişopîne û ji gel re şirove dike. Gel ji wî gelek hez dikin. Ew di sala 1970-î de li Palûyê diçe ser dilovaniya xwe.
Şêx Mehdî Efendî, him alim û him jî rewşenbîr bû. Derfet bû ku ez wî li Gulamanê nas bikim. Gelek zana bû. Kesayetekî balkêş bû. Ew teolog bû. Hemû ol baş nas dikirin. Ew kesekî fîlozof bû. Wî felsefeya şerqê û xerbê baş dizanî. Ew li Lubnanê dibe endamê Xoybûnê. Ew di salên 1910-an de tên li hewirdora Diyarbekîrê cîwar dibin. Di sala 1969-an de li Pîranê wefat kir. Ew piştgirî dida ji muxelefeta kurd û çep re.
Şêx Ebdûrrahîm Efendî, ew birayê biçûktir e. Ew jî yek serokleşkerê tevgera 1925-an bû. Ew şervanekî bi navûdeng bû. Weke “Şêrê Pîranê” dihate binavkirin. Ew piştî serîhildanê nehat dîlgirtin. Wî li hemberî rejîma Kemalîstan 12 salan şer domand. Dema ku li Dêrsimê serîhildan pêk tê ew biryar dide ku ji Rojavayê Kurdistanê ji sirgunê bê Dêrsimê. Li hewirdora Bismilê ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve bi şewatindinê tê kûştin.
( II )

Komîteya îstîqlala Kurdistanê û Şêx Seîd Efendî…

Serîhildana Milî ya Kurdistanê ya sala 1925-an di bin serokatiya Komîteya Îstîqlala Kurdistanê (Rêxistina Azadiyê) dest pê kir û dawî hat. Ev tevgera miletê kurd bû. Di bin pêşengiya Komîteya Îstîqlala Kurdistanê de û serokatiya Şêx Seîd Efendî de hatibû meşandin.

Lê hezar mixabin, îdeolojiya fermî ya Kemalîst û desthilatdarên wê, ev tevgera milî ya gel weke “Îsyana Şêx Seîd Efendî” bi nav kirin.

Ji bona vê helwestê du sedemên girîng hebûn..

Sedema yekemîn, ew bû ku serokên Komîteya Îstîqlala Kurdistanê dema ku li Bedlîsê tên girtin û tên darizandin, parêznameyên gelek girîng pêşkêşî dadgeha Dîwana Herbê ya Bedlîsê dikin. Armanc û îdeolojiya rêxistina Azadiyê tînin ser zimên.

Rêxistina Azadiyê, partiya siyasî ya yekemîn ya Kurdistanê bû. Rêxistinek gelek hevdem, civakî, milî, rewşenbîrî bû. Dewletê nedixwest ku protokolên dadgehê belav bibin. Ew kesan weke serokatiya tevgerê nasandin, ji bona dewletê wekî xetere hat dîtin.

Sedema duyemîn, Tevgera 1925-an bi beşdariya girseyî ya gel pêk hat û hat meşandin. Tevgerek gelek sivîl bû. Loma me di sala 1976-an de Tevgera 1925-an ya Milî ya Kurdistanê “xwepêşandana bi çek” terîf kiribû. Serokatiya tevgerê arîstokratên olî û civakî bûn Serokê Tevgerê jî Şêx Seîd Efendî bû. Serokatiya tevgerê li ser gel jî xwediyê bandoreke mezin bûn. Loma jî dewletê nedixwest ku Tevgera Milî ya 1925-an ku wekî tevgerek milî û organîzekirî bê naskirin.

Loma jî Dewletê Tevgera Milî ya Kurdistanê (1925) bi navê Şêx Seîd Efendî bi nav kir ku bi hêsanî manîpule bike.

Di sala 1921ê de Kurdistan Tealî Cemiyetî ji aliyê dewletê ve tê girtin. Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd di heman salê de dikevin nav xebata damezrandina rêxistineke nû. Li gor hinek çavkaniyên dîrokî, rêxistina Azadî (Komîteya Îstîqlala Kurdistanê) di sala 1921, li gor hinekan di 1922 û li gor hinekan jî di sala 1923an de li şûna Kurdistan Tealî Cemiyetiyê hatiye avakirin. Piraniya dîrokzanan li ser sala 1921ê li hev dikin.

Komîteya Îstîqlala Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê yên dema Osmaniyan cudatir bû; rêxistinek îlegal û veşartî bû.

Komîteya Îstîqlala Kurdistanê, di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî (bûrayê Şêx Seîd Efendî) de, ji serokeşîr, şêx, axa, mîr, mele, munewerên Kurdistanê yên bi navûdeng ava dibe. Di nav qadroya Komîteya Îstîqlala Kurdistanê de leşkerên bi navûdeng jî hebûn. Mebûsê Bedlîsê Yusuf Ziya Beg jî yek ji damezrenêrê Rêxistina Azadiyê bû.

Beşek damezrênêrên Azadiyê ev in: Dr.Fuat, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşayê (kor) Heyderanî, İhsan Nuri Paşa, Şêx Tahir, Seyid Ebdilqadir, Hecî Axdî (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Yusif Ziya, Xalidê Cibrî, Xalidê Hesenan.

Navenda rêxistinê, Erzirom bû. Lê Rêxistina Azadiyê, di demeke kurt de li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi awayekî veşartî ava dibe. Gel eleqeyeke mezin jê re nîşan dide û li derûdora serokên wê rêxistinê dicivin.

Şêx Seîd Efendî, ji bona ku xwediyê nifûzeke civakî, olî, bezirganî bû, Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg diçin cem wî, bi wî re dûrûdirêj qise dikin û wî dikin endamê Komîteya Îstîqlala Kurdistanê

Piştî ku Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg li Bedlîsê dîl tên girtin. Dewlet û Dîwana Herb ya Bedlîsê daxwaz dikin ku Şêx Seîd Efendî jî bête girtin û îfade bide. Ew naçe dadgehê û ji Xinûsê derdikeve diçe Pîranê.

(III)

Serîhiladana 1925-an û Şêx Seîd Efendî…

Beriya ku Kemalîst desthilatdariyê ji Osmaniyan bigrin û bibin xwediyê dewletê, hewcedariyên alîkariya miletê kurd bûn. Ew jî bi rêya mîr, şêx, serokeşîr, axayên kurdan dibûn. Loma jî Kemalîst çûbûn ber lingên wan. Di heman demê de soz dabûn ku dewleta nû ya bê avakirin, dê bibe dewleta kurdan û tirkan; di heman demê de sîstemeke demokrat û ne merkezî ava bibûya.

Hezar mixabin piştî ku Kemalîst bûn desthilatdar û xwediyê dewletê, hebûna miletê kurd înkar kirin. Gotin ku “miletê kurd tune ye û kurd tirk in.”

Dewletê ev înkarkirina kurdan ji bona îdeolojiya xwe ya fermî kirin nazariyek û fikrek gelekî esasî. Îdeolojiya fermî, nîjadperestî pejirand. Encama ev nêrîna şaş û nîjadperest, hemû mafên miletê kurd qedexe bûn. Îzin nedan ku kurd zimanê xwe jî bi azadî li gundan, li bajarokan, li bajaran biaxivin. Ew kesên ku li derve bi kurdî axivîn jî bi pereyekî mezin hatin cezakirin.

Kurdan ji bona ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û nîjadperest têkoşîn bidin, dest bi rêxistinbûnê kirin. Encama vê xebatê “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê”, wek min li rêzên jor jî qal kir di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî yê Wartoyê de ji aliyê mîr, şêx, serokeşîr, mele, rewşenbîr û axayên Kurdistanê de ava bû. Lê beriya ku xebata serîhildanê dest pê bike, Xalid Beg û Yisûf Ziya Beg li Bedlîsê hatin girtin û bi lezûbez hatin darizandin/mehkemekirin û hatin îdamkirin.

Piştî ku Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg hatin îdamkirin, encama prowakasyona dewletê, di sala 1925-an de di 13-ê Sibatê de serîhildanê di bin serokatiya Şêx Seîd Efendiyê Qolxesarî/Pîranî/Xinisî de dest pê kir.

Tevgera 1925-an di demeke kurt de piştgiriya gelê kurd qezenc kir û bû tevgerek kîtlewî. Tevgerê gelek bajarên Kurdistanê xistin bin desthilatdariya xwe û jê re rêvebirî kirin. Vê serîhildanê demeke dirêj dom nekir. Encama siyaseta dewleta Kemalîst hat serkûpkirin û temirandin.

Serokê tevgera 1925-an Şêx Seîd Efendî û hevalên wî dema xwestin ku derbasî Îranê bibin li ser rêya Wartoyê dîl ketin.

Ew di Dadgeha Îstîqlalê de bi lezûbez ji derveyî hiqûqê û bi awayekî milîter û gelek keyfî hatin darizandin. Di derbarê wan de biryara îdamê hat dayîn.. Îdama wan jî bi lezûbez pêk hat.

Dewleta Kemalîst li dijî kurdan û grubên etnikî bû, li dijî bawermendan bû û îslamiyan bû. Li dijî karsazan, karmend û taciran bû.

Şêx Seîd Efendî jî, hem kurd bû, hem şêx bû û serokekî olî bû, serokê medreseyan bû, muderis bû, hem jî tacir bû. Tacîriya wî jî ji sînora Kemalîstan wêdetir bû.

Loma jî diviya bû ku bi lezûbez ji holê bê rakirin û bê kûştin.

Kemalîstan, li hemberî vê tevgerê lîstikek mezin û propagandeyek derewîn meşand.

Kemalîstan ji bona ku pêşiya Tevgera Milî ya Kurdistanê ya 1925-an bi hêsanî bigrin, ji dinyayê re gotin ku “ev tevgera îslamî û kevneperest û şerîatparêz e.”

Li hundir jî, ji gel re gotin ku “ew dixwazin welat perçe bikin, Kurdistaneke serbixwe ava bikin. Loma jî bi Îngilîzan re xwediyê pêwendiyê ne. Şêx Seîd Efendî sixûrê Îngilistan e.”

Tevgera 1925-an tevgerek milî ya miletê kurd bû. Loma jî bi dinyayê re xwestin ku danûstandin bikin û alîkarî bixwazin. Ew tiştekî gelek xwezayî bû. Loma jî mimkûn e ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî xwestibûn ku bi Îngîltereyê re danûstandin bikin. Lê piştî Darbeya Bolşewîkan li Rûsyayê, îngilîz ji M. Kemal û hevalên wan re dibin alîkar.

Serokatiya Tevgera 1925 ya Kurdistanê dixwazin bi Yekîtiya Sovyetan re jî danûstandin bikin. Lê Hikûmeta Bolşewîkên Komûnîst jî, ji Mustefa Kemal û havelên wî re alîkarî dikin. Ew di wê nêrınê de bûn ku Mustafa Kemal û hevalên wî li dijî emperyalîzmê û rojavayê ne.

Ev siyaseta Kemalîstan serkeftî bû. Di serî de Yekîtiya Sovyetan piştgiriya Kemalîstan kir. Dinyaya kapîtalîst jî, hem ji bona ku li dijî Yekîtiya Sovyetê Kemalîstan bi kar bînin, hem jî ji bona ku gotin ku ev tevgera kevneperest e, piştgirî nekirin. Çavên xwe ji îdama serokên tevgerê re girtin.

Kemalîstan ji bona ku ji nufûz û îdeala Şêx Seîde Efendî ya serxwebûna Kurdistanê ditirsiyan; ji nûfuza wî ya olî û terîqetbûna wî ya Naqşibendiyê xeter didîtin ku gorên wan dê bibin ciyê ziyaretgehê; di nav gel de hezkirên wan dê bi milyonan bin; mezelê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên din, veşartin. Ciye mezelê wan wenda kirin.

( IV )

SEKRETERÊ ŞÊX SEÎD …

Mele Hesenê Hişyar, ji Lîceyê û ji gûndê Serdê ye. Ew jî şervanekî Tevgera Milî ya Kurdistanê (1925) bû. Ew, ji Şêx Seîd Efendî re sekreteriyê jî dike. Piştî ku serîhildan bi qetlîamê têk diçe, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî li Wartoyê dîldikevin, ew jî diçe li Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê dibe penaber û sirgun.

Min Mele Hesenê Hişyar, di sala 1979-an de nas kir. Dema ku min ew nas kir, wî di derbarê taybetiyên şexsiyeta Şêx Seîd Efendî de ku min li rêzên jorîn pêşkêş kir, di derbarê Tevgera 1925-an de gelek bûyerên balkêş û hêja pêşkêşî min kir.

Min ji wî pirsî ku “Şêx Seîd Efendî pirs û mafê kurdan çewa dianî ser zimên û terif dikir? Aliyê wî yê giran oldariya wî bû an milîbûna wî bû.”

Wî bi awayekî gelek sade ev yeka ji min re neqil kir:

“Şêx Seîd Efendî, serokekî milî û olî û civakî bû. Beriya ku serîhildana 1925-an dest pê bike ji gel re wisa digot: Tirkan em xapandin. Tirkan di destpêkê de digotin ku meclîs û hikûmet mişterek e, meclîs û hikûmeta Kurdan û Tirkan ya mişterek e. Kurd û tirk bira ne û wek hev in. Lêbelê nûha tirk kurdan înkar dikin. Dibêjin ku kurd tune ne, her kes tirk e. Zimanê kurdî û navê welatê kurdan Kurdistan qedexe kirin. Her terefa Kurdistanê dagir kirin. Ji bona ku li Kurdistanê desthilatdar bin, li her devereke Kurdistanê qereqol û qişleyên leşkerî ava dikin. Li ser dewlemendiya welatê me mafê me yê em qise bikin tune ye. Di medresan de zimanê perwerdayî kurdî bû. Di medreseyan de di derbarê dîroka me, çand û edebiyada me de perwerdeyî dibû. Nûha medrese qedexe bûn û hatin girtin. Di dibistanan de jî kurdî qedexe ye. Bi zimanê tirkî zarokên kurdan perwerde dibin. Di navbeyna me û tirkan de dezgeha Xalifetî hebû. Nûha ew jî ji holê rabûye. Loma jî di navbeyna me de tu hêjeyeke ku me bi hev re girêbide tune ye. Êdî avakirina dewleta me Kurdistanê bûye ferz. Divê em tirkan ji axa xwe derxin. Em bibin xwediyê axa xwe. Ji bona vê jî cîhad ferz e. Şêx Seîd Efendî ji bona ev armancê gel rêxistinî dikir. Berjewendiya milî derdixist pêş Ji bona vê bi mezinên civatê re danûstandin dikir. Ji bona ku berjewendiya milî derdixist pêş, li hemberî miletên ne misilman jî xwediyê tolerenaseke fireh bû. Loma kesekî ne misilman û nebawemend weke Fehmiyê Bilekê Lîceyî ji xwe re kiribû şewirmen. Loma dixwest ku bi dewletên Ewrûpayê yên xirîstiyan re û bi Yekîtiya Sovyetê re danûstandin bike ku Yekîtiya Sovyetê dewleteke komûnîst bû.”

Ev nêrînên Mele Hesenê Hişyar jî gelek bi zelalî diyar dikin ku Şêx Seîd Efendî weke kesekî pêşengekî olî û şêxitî, serokekî milî ye.

Lê hezar mixabin gorî protokolên dadgehê rewş bi awayekî din xuya dike.

“Li gor protokol û dokumentên mehkema Îstîqlalê ku niha eşkera bûne, di prosesa mehkemê de hem Şêx Seîd hem jî hemû hevalên wî bi yek dev û dengî gotine “me ji bo dîn û xîlafetê qiyam (serhildan) kiriye. Dozger, serokê mehkemê û endamên wê yên din di hemû rûniştinan de bi pirsên xwe îdîa dikin û Şêx Seîd û hevalên xwe rastiyê nabêjin, wan ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe dest bi serhildanê kirine. Di serî de Şêx Seîd û hemû hevalên wî hukumeta nû bi qanûneke li dijî dîn û diyanetê ye, medresan qedexe kir, xilafetê rakir, em dixwazin bila şerîet neyê rakirin. Partiya muxalefetê ku navê wê Teraqîperwer e û serokê wî jî Kazim Karbekir e, ew jî wek me şerîetê dixwaze. Rojname jî heman daxwazan dinivîsînin…”

Mehkeme gelek li ser têkiliyên Şêx Seîd û Xalid Begê Cibrî û Yusif Ziya radiweste. Îdîa dike ku têkiliyên şêx bi wan re hebûye û Şêx Seîd endamê rêxistina Azadiyê ye. Li paş serhildana Şêx Seîd, rêxistina Azadî heye. Bi tenê Qasim Begê hevlingê Şêx Seîd û mirovê dewletê, di mehkemê de dibêjê “têkiliyên Şêx Seîd bi Yusif Ziya û Xalid Begê re hebû û li pişt vê serhildanê rêxistina Azadiyê heye û şêx Seîd rastiyê nabêje…”

“Weha xuya ye ku Qasim Beg û mehkema Îstîqlalê jî di vê mijarê de soz dane Şêx Seîd û hevalên wî ku behsa doza kurd û Kurdistanê nekin û bêjîn “me ji bo dîn û diyanetê serî hildaye,” dê werin berdan an jî cezayeke sivik bigrin. Dema bêjin doza me ne ya kurdî ye, ya dîn û şerîetê ye, dê Teraqîperwer jî alîkariya wan bike. Partiya (firka) Teraqîperwer li parlamentoyê xurt e û partiyeke muxalîf e, dikare wan xilas bike. Piştî îfadeyên wan Mistefa Kemal û hevalên xwe partiya Terakîperwer jî digrin û serokê wê Kazim Karabekir dişînin mehkemeya Îstîqlalê. Kazim Karabekir xwe zor bela ji îdamê rizgar dike.”

( V )

Piştî Serîhildana Milî ya Kurdistanê (1925) Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên pêşeng û şervan di 29’ê hezîrana 1925’an de li Diyarbekîrê hatin darvekirin. Piraniya wan pêşengên olî û şêxên Kurdistanê bûn.

*Şêx Seîd: Serokê serîhildanê
*Şêx Evdilayê Melikan: Qumandanê Varto û Mûşê
*Qamil Beg: Kurê Xalid Begê Toqyanî û bi eşîra xwe ve erîş biribû ser Vartoyê.
*Baba Beg: Birayê Qamil Begê
*Şêx Şerîf: Qumandanê cepha Xarpêtê û qeymeqamê milîsê berê. Birayê Şêx Seîd e.
*Feqî Hesen Fehmî: Qumandanê înzibatê Darahênê û waliyê Şêx Seîd ê Darahênê. Hinek dibêjin Darahênê paytaxt hatiye îlan kirin û Hesen Fehmî jî serokwezîrê Şêx Seîd bûye.
*Hecî Sadiq Begê Valirî: Li herêma Gencê di hemî erîşan de amade bûye.
*Şêx Îbrahîmê Çanî: Di cepha Palo, Cebexçûr û Xarpêtê de xebitiye, li ser navê serhildaran birêvbiriye Cebexçûrê girtiye ser milê xwe.
*Şêx Elî: Di Cepha Harpêtê (Xarpêtê) de roleke mezin lîstiye.
*Şêx Celal: Di cepha Harpêtê de roleke mezin lîstiye.
*Şêx Hesen: Sedemê ku propaganda û bandor li ser serhildêran kiriye, hatiye girtin.
*Mehmed Begê kurê Îzed Begê Garibî: Di cephê Amed û Licê de qumandanê mufrezeyê bûye.
*Salih Begê Hênî: Di serîhildana Sêx Seîd û bi taybetî dorpêçana Amedê de roleke wî mezin hebûye û mirovekî zane û kurdperwer bûye. Bi kurdî, tirkî, erebî, farisî û fransî zanibûye. Di roja 15. 6. 1925an de ew bi Mistefa Begê Hênî re li bakurê Hênê di şerekê dijwar de hatine girtin û teslîmê mehkemaya Îstîklalê kirine.
*Mistefa Begê Hênî: Di cehpê Hênê de roleke mezin lîstiye, ew û Salih Beg di şer de dîl ketine.
*Şêx Evdilayê Çanî: Li çiyayê Nezîbê dil ketiye.
*Şêx Emerê Çanê: Ew jî di şerê çiyayê Nezîbê de bi şêx Evdila re dîl ketiye dest.
*Şêx Ademê Hênî: Di tekya xwe de propagandaya serhildanê kiriye.
*Qedrî Begê Madenî: Li madenê qumandarê înzîbatan bûye.
*Mele Mehmûdê Pîranî: Li Madenê berpirsê serhildaran bûye.
*Şêx Şemsedînê Farqînî. Berpisê herêma Siliwanê bûye.
*Şêx Şamîlê Termilî: Bi propaganda û beşdarbûna serhildaran hatiye sûcdar kirin.
*Şêx Evdillatîfê Termilî: Ew jî wek Şêx Şamilê Termilî hatiye tawanbar kirin.
*Mele Emînê Bakilanî: Mirîdê Şêx Evdila bûye. Di erîşa ser Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
*Elî an jî bi leqeba Evdiyê Ereb: Di darbenda Cebexçûrê de, bi Nado û Faris re erîş biriye ser eskeran û zerareke mezin daye wan.
*Mehmedê Qerqebazarî kurê Xelîl e: Bi 100 suvarî erîşî ser Vartoyê kiriye.
*Silêmanê Şinikî – Kurê Hesenê Cendirme. Katibiya Şêx Şerîf kiriye
*Mele Cemilê Musyanî: Mamoste bûye. Di êrîşên ser Palo û Xarpêtê de beşdar bûye.
*Silêmanê kurê Emerê hesingerê, ji eşîra Az: Bi awayekî aktîv beşdarî serîhildanê bûye.
*Silêmanê kurê Şerîf: Beşdarî şerê Gêxîyê bûye.
*Taharê Licî: Katibê waliyê Darahênê û piştre bûye katibê Feqî Hesen Fehmî.
*Mehmûd beg kurê Mistefa Begê Hênê.
*Şêx Elî: kurê Şêx Mûsayê Vartoyî.
*Hecî Xalidê Belikanî: Ji serhildana vartoyê ye, dema xwestiye ku bireve û here xwe bigihêne Xalid Begê Hesenanî dîl ketiye.
*Tîmûr Axayê Dîyadînî:Di Serhildana Vartoyê de roleke mezin lîstiye.
*Evdilletîf: Kurê Kamil Begê Xinûsî. Ew di nav şervanên şêx Evdila de bûye.
*Mehmedê Mûşî: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Silêman Beg: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Behrî Beg: Di şerê Vartoyê de aktîv bûye.
*Şêx Cemîlê Zorabadî:
*Yusivê kurê Silêmanê Cebexçûrî: di şerê darbenda Cebexçûrê de beşdar bûye.
*Elîyê Babanî: ji eşîreta Yamacî bûye û di şerê Cebexçûrê de rol lîstiye.
*Xalidê Qerqebazarî: Bi Şêx Evdila re di gelek cephan de şer kiriye.
*Xalidê kurê Nadir: Hevalê Şêx Elî bûye û di cephê Xarpêtê de şer kiriye.
*Taharê kurê Mehmed: Di şer de bi birîndarî ketiye dest.
*Tayib Elî: Mudûrê nehyê bûye û ji bo şer xebitiye û organîze kiriye.
*Yusivê kurê Çerkez: Xizmetkarê Şêx Seîd.
*Hemîdê Cendirme.

Diyarbekîr, Sibeta 2017an

Nerîna min :