Nivîsar

Şêxo û Rêxo…

Şerefxan Cizîrî

Ez ji were kurt û kin bibêjim; di civata Kurdan de wergerandina peyaman, dengan, raman û dîtinan pirsgirêkek pir mezin e. Kêyfîbûn ketiyê şûna rastîyê. Nezan ketine şûna zanayan. Kundir ketine şûna Xelifê Bexdayê. Her kes ji di vê navê re ji xwe re wergerandinê dike, şîrovan dike, lê ev kirin ne li gora pîvanên ziman û rastiyên şênber têne kirin. Em dizanin ku wergerandina peyam û dengan kî çilo bixwaze nikare wilo bike. Ma mirov çawa dikare tenê li gora kêfa xwe van çalakîyan lidarxîne gelo? Ma mirov dikare bibêje; ez xwendina kewan weke zırandina keran dibînim! Ma civateke ku deng û peyaman şaş wergerine, şîrove bike, nîqaş bike wê çawa dikaribe hevdu fêm bikin?

Ji ber vê yekê danûstandina me di warê gotûbêjan de xweşik nameş e. Piraniya caran xelet fêhmkirin dikeve şûna danûstandina bingehîn. Mirovên me gelek caran naxwazin hevdu rast fêm bikin, li hevdu baş guhdar bikin, mebesta hevdu baş tê bigîhên û danûstandina xwe dewlementir bikin.

Bêşik asta hevdu fêmkirinê di civata Kurdan de gelekî qels e…

Ji ber ku em hevdu fêm nakin, em ji hevdu hêrs dibin. Lê ya ku li hemû deveran normale ev e; mirov pêşî hevdu fêm dikin û dûra ji ber vê yekê jî ji hevdu hêrs dibin! An jî hîn bêtir nêzikî hevdu dibin! Ango mirov pêşî hevdu fêm dike û dûra helwesta xwe dîyar dike. Ma mirov pêşi destnimêj digire an ji limêj dike? Ma mirov pêşi elfabê fêr dibe an ji xwendinê fêr dibe? Lê em gelek caran paşûpê tevdigerin…

Belê, bi vê mijarê ve girêdayî, ezê kurt ji we re çîrokekê bibêjim; Rojekê ji rojan xwendayekî nexwendî ku ji metropolan hatibû welêt, qerewateke sor xistibû stûyê xwe, rîha xwe berdabû û porê xwe yê boyaxkirî kiribû gulîk û li pişta stûyê xwe edilandibû. Digîhiya kijan mirovî li navê wan dipirsî. Mebesta wîna ev bû; dixwest ku di nava Kurdan de lêkolînekê li ser nav û paşnavên Kurdan bike. Bi taybet jî dixwest ku fêr bibe, bê ka cîranên Kurdan weke Ereb, Tirk û Farisan di vê mijarê de çiqasî bandor li ser nav û paşnavên Kurdan kirine…

Xwendayê nexwendî ji ber vê armanca xwe, nav û paşnavên mirovan ji wana pirs dikirin. Li Amedê, li Sikaka Hunerê ketûber ji mirovan dipirsî; ma navê te çî ye? Tibabekî li sikakê meşiya û dûra pêrgî Kurdekî Amedê ku bi şefqe û şelwar bû. Xwendayê nexwendî kêfa xwe ji vî Kurdî re anî û bi dilgermî jê pirsî; heval ma navê te çî ye? Kurdê Amedê bersiv da, got; navê min Şêxo ye…

Xwendayê nexwendî ku ji metropolan hatibû têra xwe bi kelecan bibû û pirsên xwe berdewam kirin û got; hevalê Rêxo, ma navê bavê te çî ye?

Şêxoyê Amedê jî mirovekî hazir cewab bû, got; te çi navê min rast got, veca maye dora bavê min!…

Bi rasti gava ku mirov bi lêkolîn, nivîsandin, analîz û karê rewşenbîrî dakeve, divê mirov ji bona van çalakiyan, bi hawayekî minîmûm jî be, xwe hinekî amade bike. Di warê zanebûnê de hinekî xwe tekûz bike. Xûrcezîna xwe ji zanabûnên pêwist tije bike… Gava ku mirov cudabûna di navbêna Şêxo û Rêxo de nizanibe, mirov çawa dikare lêkolînan, analîzan li ser nav û paşnavan bike gelo?

Veca di gelek mijaran de mirov dibîne ku nîqaşên me berheman nadin. Nîqaş dibe ji bona nîqaşê, an ji ji bona hevdu pîskirine, hevdu vala derxistine, hevdu bêrûmetkirine…

Ji bedêla fikir û ramanan, em bêtir kesan nîqaş dikin. Ev sixlet û taybetmendî jî bi piranî Kurdan ji nava serdestên Tirkan girtine. Gotina helî xweş, ji vê derdora doşirme, dolheram, hergav bûye gotina xaîn, sixur, xwefiroş, ûhw…

Em bi rastî bûne weke serdestên xwe…

Em dizanin ku gelek birîn dikewin, rehet dibin, lê birînên dewsa gotinên nelirê, neheq, herûher dimînin. Ez jî ji ber wilo dibêjîm; bi hêvîya nîqaşeke ku dikaribe Şêxo û Rêxo ji hevdu cuda bike, Kurdan li hevdu bibanîne û tevgera Kurdewarîyê di nava me de xurt bike!

Back to top button