Cîhan

Siudî: Îran tehdîta herî mezin li ser herêmêye

Wezîrê derve yê Siudiya Erebi gelek tundî rexne li Îranê kir. Wezîrê derve yê Siudiyê Adil El Cubeyr li Brukselê di civînekî de, axvtinek kir û behsa Îranê kir. Cubeyr ji Amerika û Îsrail tundtir Îran tawanbar kir. Cuber behsa Iraqê jî û got : Li cihana erebi de cihek girîng yê Iraqê heye em pişgiriya ji nûve avakirina Iraqê dikin. Li gora rojnama Arab News Siudiyê soza 1.5 milyar dolar ji  bo nûve avakirina Iraqê daye.Cubeyir behsa rewşa Suriye jî kir û got: Em dixwazin ji nûve îstikrarekî li Suriye avabikin. Em ji bo çareseriyek aşitiyane pişgiriya civînên Cenevê û biryarên vê civînê dikin.Di derbarê Îranê de Cubeyir got: Îran li ser herêmê û belkî li ser cîhanê jî tehdita herî mezin e. Milisên ku Îran pişgiriya wan dike li herêmê rolek xirab dileyzin.Cubeyir bangî Qeterê jî kir û got: Bila qeter ji dev pişgiriya terorista berdê.

Back to top button