Cîhan

Siudiye giringiyê bi têkeliyên bi Hewlêrê re dide

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja duşemê 06.03.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ebdula bin Ebdulezîz bin Mihemed Alrebîe şîretmendê dîwana paşatiyê li Erebistana Siudiyê û serperiştê giştiyê saziya Şah Selman ji bo hevkarî û karên mirovî kir.Alrebîe got ku serdana wan bo Hewlêrê wê yekê nîşan dide ku Erebsitana Siudî û şexsê şah Selman padîşahê Erebistana Siudiyê giringiyeke taybet bi têkeliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê dide û ev sedana bo Hewlêrê jî li ser raspardeya padîşahê Siudiyê bû û di çarçoveya vê serdanê de ew dê amadekariyan ji bona vekirina sentera Şah Selman li Herêma Kurdistanê ji bo pêşkeşkirina xizmetgozarî û hevkariyên mirovî, bikin.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û got ku ji sala 2014ê were Herêma Kurdistanêl rûbirûyê gelek pirsgirêkên weke; birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, êrîş û gefên terorîstan, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û nizimbûna buhayê neftê bandoreke gelek nerênî li ser Herêma Kurdistanê hebû û ji ber van sedeman nêzîkî 3500 piroje rawestane.Serokwezîr got ku xerciyên/mesrefê salekê yê koçber û penaberan zêdetir ji yekmilyar û çarsed milyon dolar e û Bexda jî bi cidî li vê pirsê xwedî dernakeve û daxwaz kir ku, saziya Şah Selman li Herêma Kurdistanê dest bikar bibe û aliyên peywendîdar li ser pêdawîstiyên mirovî li Herêma Kurdistanê raporeke bi rêya konsulxaneya Siudiyê pêşkeşî saziya Şah Selman bikin.Alrebîe yadgariyeke saziya Şah Selman pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir.

Back to top button