Nivîsar

Televiyona Gel

GEL TV – TEVIZYONA GELJi dawiya sedsala 20’an vir ve medya di jiyana mirovahiyê de roleke esasî dileyze. Li kûderê cîhanê tiştekê biqewume di nava demekê kurt de raya giştî pê dihese. Bê guman pirr caran li hemberî bûyerên neyênî mirovahî bêdeng dimîne, helwest raber nake.Gel û civakên ku xwedî medya (TV, Rojname, Kovar, Radyo, Malpere û hwd.) xurt nebin ew nikarin di xebatên jibo pêşxistina mirovahiyê de rol bileyzin. Ne tenê di pêşxistina mirovahiyê de, herwuha ew nikarin xwe jî baştir lipêş bixin. Lewre îro di cîhanê gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad in ew yên ku herî zêdetir pêşketîn in. Gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad nebin ew di nava xwede dirizin, li paş hemû gel û civakan dimînin.Ji salên 1990’î vir ve Kurd hêdî hêdî bûnin xwedî medya xwe. Destpêkê medya kurd bi zimanê biyanî (Tirkî, Erebî, Farsî, Rûsî) dahate meşandin. Lêbelê herku diçe medya kurd bi kurdî tê lipêşxistin. Îro bi dehan TV, Radyo, Rojname, Kovar, Malpereyên ku bi kurdî weşanan dikin hene. Bê guman ev pêşketinekê ye û ez pê kêfxweşim. Çendî di warê axiftina bi kurdî de zêde pêşketin tinebin jî di warê pêşxistina akademîk ya zimanê kurdî de mesafeyekê baş heye.Di nava weşanan de yên herî girîng bê guman televizyon in. Ji ber ku bi rêya televizyonan mirov dikare xîtabê hemî beşên civakê bike ; kal, pîr, xort, jin, zarok û hwd ; Lewre, di roja îroyîn de haceta herî grîng ya jibo xizmeta gelan televizyon e.Digel bi çendan televizyonên Kurdan henin jî ew hê nikarin bersivê bidin daxwazên hemû beşên Gelê Kurd. Eger televizyonên ku hene yên cur be cur rêxistinan nebûna wanê karibûna ji pirr daxwazên cur be cur beşên civakan re bibûna bersiv. Lê mixabin wusa nîn e, pirraniya televizyonên kurd ku heyî tenê di xizmeta rêxistinan de ne. Ez naxwazim li vir navan bidim, lê mixabin pirr kêm televizyonên kurdan hen in ku cudahiyê nakin nava beş û civakên Gelê Kurd. Lewre pêdiviyekê mezin bi televizyonekê Gel heye, yanê GEL TV. Televizyona ku cudahiyê neke navbera beşên civakê, herwuha ji hemû rêxistinan re xwedî yek nêzîkatiyê be. Dîsa televizyonekê ku deriyê wê ji hemû şexsiyet û kesayetiyên kurd re vekirî be.Ev nêzê deh salan e ez kovara mehanê Avantaj Post derdixim. Li herêma Alsace ya Fransa û herwuha li Almanya, bajarên sînorê Fransayê ev kovar belav dibe û tê xwendin. Heman kovar bi Kurdî, Tirkî û herwuha Fransî ye. Armanca min ew bû ku, di warê herêmî de, bi rêya heman weşanê ez bikaribim ji gel re xizmetekê bikim. Lêbelê ev demekê ye ez dibînim ku bi rêya heman hewldanan ez nikarim ji hêvî û armancên xwe re bibim bersiv. Lewre ev demekê ye li ser vekirina kanalekê televizyonê difikirim û lêgerînê dikim.Vekirina televizyonekê ne hêsan e. Beriya her tiştî pêdivî bi hêzekê zanyarî, pisporî û herwuha aborî heye. Li gorî ku min lêgerîn kiriye potansiyelekê baş ya Kurdên ku ji xebatekê wusan re bibin alîkar heye. Bêguman eger derfetên me hebûna me dixwast heman karî li welat bimeşandiba, lê mixabin roja îroyîn li tu parçeyê Kurdistanê derfetên ku weşanekê azad û bêteref bê meşandin tine. Her kesê ku hinekê rewşa li parçeyên Kurdistanê dişopîne dikare vê rastiyê bibîne. Lewre cihê herî baş yê jibo heman xebatê, jibo demekê, Ewropa ye.Weşana televizyonekê profesyonel û bi rêya satelîtan ne hêsan e. Lewre jibo destpêkê pêdivî bi weşana çend saetan bi rêya înternetê heye. Piştî ku heman weşan gihîşt encamekê bêguman wê GEL TV (Nav dikare cuda be jî) bi rêya satelîtê jî weşanê bike.Bi vê munasebetê ez dixwazim bêjim ; her kesên ku jibo xebatekê wuha pîroz bixwaze bibe alîkar dikare bigehêje me.Ahmet Gulabi DERE  /  27.12.2017

Back to top button